(Kurdish Kurmanji) COVID-19 li Australya: agadariyên ku divê hûn bi zimanê xwe zanibin

Ev rûpela rastiyê derbarê COVID-19 agahdariyên ku pêwîste bi zimanê xwe zanibî berhev dike.

ՔՈՎԻՏ-19

Testing temperature for COVID-19 Source: Getty Images

Di vê gotarê de...

_______________________________________________________________________________________

 Ji bo nûvekirinên rojane yên COVID-19 bi Îngilîzî serdana  bike

___________________________________________________________________________________________________________

Vaksîna covid19 li Australya:

Hukmeta Australya soz daye ku bi zûtirîn dem vaksînên COVID-19 bi ewle û bi bandor peyda bike.
Australia’s COVID-19 Vaccine Roadmap
COVID-19 vaccine national roll-out strategy Source: Australian Government - Department of Health
Ji bo zanîna ku hûn dikarin vaksîna COVID-19 werbigirin û li ku derê navê xwe qeyd bikin serdana   bikin.

Heke temenê we 40 salî yan zêdetir we mafê vaksînlêdanê heye. Ger temenê we di navbera 16 û 39 salî de be, dibe ku mafê vaksînlêdanê bo we hebe. Vê malperê gav ib gav bişopînin da ku mafê wergirtina vaksînlêdanê zanibî.

Ji bo daxwaza demê pêwindiyê bi GPyê xwe re girêbidin û zanyariyên bi zimanê xwe derbarî vaksînê daxwaz bikin:

Vaksînên pêşniyarkirî çi ne?

Koma Teknîkî ya Şêwirmendiya Australya li ser Kotanê, The Australian Technical Advisory Group on Immunisation [ATAGI] vaksîna COVID-19 ya Comirnaty (Pfizer) ji bo kesên di navbera 16 û 59 salî de pêşniyar dike.

Vaksîna COVID-19 ya AstraZeneca herweha ji bo kesên 18 ta 59 salî re jî pêşkêş dibe.

Heke hûn ne mafdar in, û temenê we 18 sal û zêtir e, hûn dikarin gava ku hûn mafdar bibin daxwaz bikin ku werin agahdarkirin.

Mirovên di bin 16 salî de hîn mafê vaksînlêdanê li Australya nînin.

Piştgiriya tenduristiya derûnî ya girêdayî bi Covid-19

Di sala 2020-an de, hukumeta Australya 10 daniştinên dermankirina psîkolojîkî ya Medicare di bin plana lênerîna tenduristiya derûnî of Better Access to Psychiatrists, Psychologists and General Practitioners bi rêya  pêşkêş kir.

Hukmeta Australya piştgiriya tendirûstiya derûnî ya covid-19 bi rêya derûniya tendirûstiya derûnî ""
bi cîh kir da ku agahdarî û rêberiya li ser çawa parastina tenduristiya derûnî ya baş di dema pandîmeya vîroskorona û di xwe-îzolkirinê bi destxî. )

projeyek e ku ji hêla Mental Health Australia ve birêve tê birin ku li ser tendirustiya derûnî ji bo kesên ji bingeha çandî û zimanî (CALD) tê tesbîtkirin, pêşkêşkirina çavkaniyan, xizmetguzarî û agahîyan bi şêweyeke ku çandên cuda tê gihîştin.  

Heke piştgiriya tenduristiya derûnî bi zimanê te divêt, telefone li ser vê jimarê131 450 bikin yan biçin tisnational.gov.au da ku wergêr bo we peyda bikin. TIS National wergêrên bi zêdetirî 100 zimanan heye û 24 saetan, heftê 7 rojan heye.
Dijwariyên darayî (Diravdayîna ji bo destberdana ji kar di dem Pandîmeyê de)

Ger tu di rewşên aborî ye dijwar re derbas dibî ye serî li  xîne yan telephone Alîkariya Deynê Netewî li ser 1800 007 007 bike.

Hikûmeta Federal li şûna "diravên bêtarê" ji bo karkerên ku ji ber pandîmeyê kar li cih hîştin dide.

Drav ji bo karkerên ku dahateke wan nîne ji ber xwe-îzolkirinê yan jî ji bo lênerîna kesekî bi COVID-19.

Lînkên li jêrîn bişopîne da ku Karesata Karcîhîştina ji ber Pandîmeyê ya wîlayet û herêman bibînî:

COVID-19 çawa belav dibe û çawa xwe biparêzî?

COVID-19 ji mirov derbas e mirov dibe:

  • Pêwendiya nêzîk bi kesan re nebe di heman demê de dema ew kesê enfeksyon hebe tev ku nîşanên vîrosê tune bin.
  • Pêwindiyeke nêzik bi kesekî ku vîros girtibe yê ku dikoxwe yan dibênije.
  • Destdana ser tiştên pîsbûyî (wek destikê deriyan yan maseyan) ji koxwik yan bênijandina ji kesekî ku enfeksyon û destê xwe bi dev yan rûyê xwe kiribe.
Xwe fêr bike ku tu çawa dest û dema dibênijî/dikoxwî pak bihêlî û dûrî kesên nexweş bimîne ji bo parastina xwe ji vîrosê. Pêwîste tu: Heta ne mecbûr bî ji mala xwe dermekeve

  • Jihevdûriya civakî ya bi kêmanî 1.5 metro hebe û çavdêriya 4 metro çarkoşe bo 1 kes hebe.

  • Destê xwe bi sabûnê û avê bişoyî, berî xwarinê û li dû xwarinê û piştî çûna tiwalêtê. 
  • Deme dikuxwî yan dibênijî ser devê xwe bigire, kilînêkisê bavêje, û destê xwe bi paqijkereke ku bingeha xwe alkohole bikar bîne.
  • Eger tu nixweşî têkiliyê bi kesan re meke (ji 1.5 mîtro dûrî kesan be).
Hukmeta Australya pêşniyaz dike ku hemî niştecê appa COVIDSafe barbikin. Zêdetir derbarî COVIDSafe li servir heye:
Ger nîşanên COVID-19 hebin, xwe têst bike

Nîşanên vîrosa korona wek kulbûna pişikê (pneumonia) ya sivik û girtina girîpê ye. 

Nîşanên COVID-19 wek dozên sermaxwarinê û enflûwenzeyê ne:

  • germbûn
  • Nîşaneyên bêhntengiyê

  • Kuxik
  • Êşa gewriyê
  • Tengnefesî
  • Nîşanên din e wek çilmê poz, serêş, êşa masulkan yan movikan, zikçûn, gêjbûn, vereşî, windabûna bîhnê, guhêrandina tame, kêm xwarin û westabûn.
Rayedaran kontrolnameyeke nîşana COVID19 çêkirine  ku hûn dikarin ji mal serî lêxin.
Tu dermanekî taybet ji bo vê vîrosê nîne, lê pirraniya nîşanan dikarin bi alîkariya pizîşkî bên îlacikirin. Bandora antîbiyotîkan li dijî vîrosan nîne.

Eger we nîşanên vîrosa korona hene, divê hûn xwe têst bikin. 

Eger tu dixwazî li ser nîşanên xwe bi kesekî re biaxifî ji bo şêwirmendiyê telefone Agahdariya Tendirustiya Vîrosa Korona bike. Ew telefon 24 demjimêran heftê heft rojan heye. 1800 020 080

Tu dikarî li ku xwe têst bikî?

Van lînkên li jêr ji bo têstê bişopîne:

Eger tu bi COVÎD-19 ketiye, divê xwe îzole bikî:
• Neçî cihên giştî yên wek kar, xwendegeh, navendên kirîn û firotinê, lênihêrîna zarokan an zanîngehan.
• Ji kesekî bixwaze ku xwarin û hewcedariyên te bîne û wan li ber derî bihêle.
Bila mêvan neyên mala te - tenê kesên ku bi we re dijîn dikarin werin mal.

Ma pêdivî heye ez maskê bi kar bînim?

Hinek wîlayet û herêmên Australî pêşniyar dikin ku maskê bi kar bînin. 

Ger rewş li wîlayet yan herêma te hat guhertin wê demê dibe ku tu maskê bi kar bînî. Girîng e ku tu agahdare şîreta devera xwe bî. 

Ji bo ku hûn li ser şîreta maskan ya herî dawîn bimînin, nûvekirinên hukûmeta xwevya herêmî bişopînin:

Dema tu maskê li xwe dikî, girîge ku mirov bi serrastî li xwe bike:

Berê li xwekirin û danînê destên xwe bişon
Tekîd bike kumaska dev û pûzê te dinixime û di bin çengeya te de ye û li hember aliyên rûyê te bi cih dibe
Di dema xwekirinê de dest bi rûyê xwe nedî
Nehêle mask li dora stûyê te be yan jî di bin pozê te de be
Maskeyê bo carekê bikar dihên tenê yek car bikar bîne, maskên ku ji carekê bêtir bikar dihên tekîd bike ku pak û şiştî be

Rêwîtiya bo, yan ji nav Australya 

Wîlayet û herêm dikarin sînordariyên xwe bicîh bînin, tevî girtina sînorê wîlayeta xwe.

Berhevkirina daneyên mecbûrî 

Ji 1-ê Cotmeha 2020-an, dê li ser firînên navxweyî berhevkirina danûstendinê ya mecbûrî hebe ku alîkariya wîlyet û herêman bikin dema ku dor were peydakirina şopandinê: nav, navnîşana elêtironî, jimareyek têkiliyê ya mobîlê, û navnîşana wîlayeta lê dijî.

Prensîpên Neteweyî yên Veguhestina Giştî

Karûbarên veguhastina gîştî berpirsiyartiya wîlayeta û herêman e, û Kabîneya Niştimanî daxwaza komek alîkarî ji bo birêvebirina tenduristî û ewlehiya karkeran û rêwiyên li ser torên veguhastina gîştî dike, di nav de: ne rêwîtiyê dema hûn hest dikin hûn nixeweşin, parastina dûrbûna fîzîkî ji ajokaran û rêwîyên din re, nekirina dayin û stendina diravên nextî.  

Qedexeyên Rêwitiya 

Ji bo firîna navneteweyî tedbîrên demkî hene ku ji hêla hukumetê ve bi rêkûpêkî têne nirxandin.
Ev dikare bandorê li firîna te ya bo Australya bike. 

Ji bo bêtir agahdarî nûvekirina herî dawî ya  bişopînin.

Daxwazên karantîn û têstkirinê ji aliyê hukumetên wîlayet û herêman ve tên birêvebirin û bicihanîn:

Lê, heke tu dixwazî biçî derveyî welêt tu dikarî li ser înternêtê daxwaza bexşandina rêwîtiyê bikî eger rewşa te yek ji van kategoriyan be:  

  • rêwîtiya te beşek ji bersiva COVID-19 e, peydakirina alîkariyê jî di nav de
  • rêwîtiya te ji bo meşandina pîşesazî û karsaziya krîtîk girîng e (pîşesaziyên hinardekirin û îthal jî tê de)
  • tu ji bo dermankirina bijîjkî ya bilez ku li Australia tune rêwitiya derve dikî
  • tu ji bo karsaziya lezgîn û taybet rêwitiya derve dikî
  • sedemên dilovanî yan mirovatî
  • gera we di berjewendiya neteweyî de ye.
Ji bo bêtir agahdarî li ser mercên derketina Australia serî li  

 

Xelk li Australya divê mîtro û nîvekê (1.5) ji hev dûr bin.

Eger tu hest dikî te nîşanên zekemê hene, telefone doktorê xwe bike yan pêwindiyê bi Agahdariya Tenduristiya Vîrosa Korona ya netewî bike li ser 1800 020 080 

Nûçe û agahdariyên herî dawî bi 63 zimanan li  hene.

Ji kerema xwe rêwerzên peywendîdar yên ji bo wîlayet yanherêma xwe kontrol bike:  

 


Share

Published

Updated

By SBS Audio, Language Content
Presented by Mayada Kordy Khalil
Source: SBS

Share this with family and friends