App ji bo çi hatiye çêkirin?
Tê payîn ku ev app ji bo şopandina dozên vîrosa korona û mirovên ku têkiliya wan bi wan re hebûn bike. Ew dê nasnameya kesên ku doza vîrosê ya erênî heye xoya bike, bi riya daneya di têlefonê de ku tê barkirin, li dû ku agahî ji rayedarên tenduristiyê re bêne peyda kirin.
Agahî dê were tomarkirin eger ew mirova û kesekî din 1.5 mîtro di nav berî wan de hey û appa wan ji bo 15 deqan vekirî be.
Barkirina appa COVIDSafe bi kêfa te ye. Hukmet pêşniyaz dike ku hemû daniştvanên Australya appê bar bikin çumkî herku jimara Australiyên ku appa COVIDSafe bar bikin zêde be, ê zûtir vîros were şopandin.
Ma rayedar dê çawa daneyên COVIDSafe bikar bînin?
Appa COVIDSafe hate afirandin ji bo pêvajoya destkar ya peydakirina mirovên bi COVID-19 têkiliyeke di demeke nêzik de kirine diyar bibe. Pêdivî ye ku ev pêvajo şansên derbasbûna vîrusê ji malbat, heval û kesên din yên di civatê de, bêyî ku haya wan jê hebe, kêm bike.
Karbidestên tenduristiyê yên wîlayet û herêman tenê dikarin zanyariyên derbarî eger kesek têsta vîrosa korona erenî be û qayîlin zanyariyan ji telefona wan barbikin. Karbidestên tenduristî tenê dikarin agahdariya appê bikar bînin da ku ji wan re bibe alîkar.
Appa COVIDSafe yekane appa têkiliyê ye, ku ji hêla Hukmeta Australya ve hatiye pejirandin. Ji bo bêtir agahdarî, biçin malperra Wezareta Tenduristiyê ya COVIDSafe app
Tu kîjan agahdariya kesane bi appa COVIDSafe re parve dikî?
Dema ku bikarhêner appê bar dikin, ew navê xwe, hejmara telefona destan, û postkoda xwe û rêza temenekî hildibjêrin. Dûrê peyameke SMS dêt da ku barkirin temam bibe. Wê gavê kodekî bêhempa yê şîfrekirî peyda dibe.
COVIDSafe bi karanîna amûrên COVIDSafe ya barkirî û Bluetooth nas dike. Gava ku app bikarhênerekî din nas dike, ew rojê, dem, dûrbûn û dirêjahiya têkiliyê û kodê bikarhênerên din destnîşan dike. Appa COVIDSafe nabe cîhê bikarhêneran bide nasîn.
Hukmeta Australya dibêje ku agahdarî şîfikirî ne û nasnameya şîfrekirî bi ewlehiye li ser telefona bikarhêner. Agahdariyên têkiliyê ku di mobaylên mirovan de hatinî barkirin piştî 21 rojan tê rakirin (delete).
Dê çi bibe dema ku bikarhênerekî appê testa erênî be?
Dema ku kesek bi COVID-19 ketibe, agahdariya pêwendîgir ya şîfirekirî ya ji appê dê li ser pergaleke depokirina agahdariya ewle were barkirin, eger bikarhêner destûr bide. Rayedarên tenduristiya wîlayet û herêman wê demê dê van tiştên li jêr bikin:
bi karanîna agahdariyên ku bi rêya appê hatinî girtin ji bo barkirina têkiliya wan ya normal bikar bînin
mirovên wan yan bav û dê/parêzvanê wan agahdar bikin da ku bizanibin
şîretan pêşkêş bikin, wek:
ka li çi miqayit bin
kengî, çawa û li ku bên têstkirin
çi bikin da ku heval û malbata xwe biparêzin
Rayedarên tenduristiyê navê kesê bi vîrosê ketî nadin.
Xelkê li Australya divê mîtro û nîvekê (1.5) ji hev dûr bin ji xeyncî endamên malbata te.
Eger tu bawer dikî te vîrosa korona girtiye, telefone doxtorê xwe bike (meçe wir) yan pêwindiyê bi Agahdariya Tenduristiya Vîrosa Korona ya netewî bike li ser 1800 020 080.
Eger te pirsgirêkên kişandina nefesê hene yan rastî dijwariyên tenduristî dibî telefone xeta lezgîn 000 bike. SBS agahdariyên ji bo Civakên pirçand e li Australya derbarî geşedanên herî dawî sebaret bi Vîrosa Korona dide.