COVID-19: Rewşên tenduristî yên rewşa vîrosa korona xirabtir bikin

Ev hin mercên tenduristiyê yên herî hesasin ji bo COVID-19 in, ku ji hêla pergala berevaniya birûnî ve, yan jî teşeyên nerm yên organên qels hatine diyarkirin.

Rgstudio

Source: Getty Images

Grûpeke mezin ji kesên ku rewşên tenduristiyê yên berê hebin mestirsiya mezintir li ser wan heye eger tûşî COVID-19 bibin, di nav de yên bi nexweşiya dil, şekir, bilindbûna fişara xwînê û bêntengî (asthma). Vîros êrîşî tevînekên pişikê dike û kulbûna hundurîn zêde dike, ji ber vê yekê jî berevaniya sîstema laş zirarê li ser vîrosê zêde dike.

Gerdûnî, ji sedî 70 ji nixweşên COVID-19 yên berê pirsgirêkên nixweşiyê hene pêwistiya wan bi çavdêriya tîndar heye.

Ev gotar hin mercên tenduristî yên herî gelemper yên ku ji COVID-19 re hestyarin diyar dike yan jî ji ber ku ew dikeve asta hin lawaziyên organên laş de.

Dijwartirîn rewşên tenduristî yên COVID-19 evin: nexweşiyên kronîk yên pişikê, bêntengî, nexweşiya dil, şekir, şert û mercên kezebê û gurçikê, û hemî dermankirin û dermanên ku pergala parastinê xirabtir dike, wek şêrpenceyê yan jî dermankirina piştî çandina organan.

Bêntengî (Asthma) 


Bêntengî (asthma) rewşeke bêntengiyê û kulbûnê ye, ku nîşanên wek koxwik, xîze xîza sing, tengasiya di sîng de peyda dike û tengenefesî peyda dibe. Tê ye texmîn kirin ku ji 11% ji xelkê Australiya bondor li wan heye. Australiyên resen ku asma hene jimara wan ji ya ne-yên resen zêdetir e. “Êrîşa” asma dikare bibe sedema her tiştî dema ku boriyên nefesê teng dibin. Divê mirovên bi asma tedbîrên zêde bigirin ji ber ku COVID-19 jî êrîşe boriyên nefesê dike.

Ji bo zaniyariyên zêde derbarî asma (bi Îngilîzî) biçe
COVID19 tesing
Source: SBS Kurdish
Nexweşiyên din yên pişikê

Mercên herî gelemper yên pişikê ji bilî Asma li Australya ev in: asbêstosîs, bronkaytesîs, sistîk faybrosis , emfysîma (perçifandina pişkê), şêrpenceya pişikê, ketina avê nav pişikê, pleurisy (werm di pişikê de), silicosis respirasyon (ketina tozê nav pişikê) û merez. Ji bo zaniyariyên zêde derbarî pişikê (bi Îngilîzî) biçe

Nixweşiya Dil

Lêkolînên gerdûnî xoya dikin ku mirovên bi nexweşiya kardiovaskuler ku pêwendîdare bi dilî rîska mirinê ji COVID-19 ji kesn navend zêdetir e, ne ji ber ku ew di xetera peykertirînê de zêde ne, lê ji ber ku metirsî li ser wan heye ku ew bi nexweşiyeke cidî kevin. COVID-19 dibe sedema kulbûnên masûlkeyên dil ku dibe sedema êşa dil û dibe sedema êrîşeke dil.

Jiyaneke tendurist girînge : kirina werzîşê, xwarina hevseng, av vexwarin, û xewa baş parastin. Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî 150 deqe çalakiya laşî ya navend pêşniyaz dike yan 75 deqeyên çalakiya laşî ya bi hêz her hefte pêşniyaz dike, yan jî tevheviyeke ji her duyan ku li mal werin kirin. Ji bo zaniyariyên zêde derbarî dil (bi Îngilîzî) biçe 

Nixweşiya Şêkir

Kesên bi nixweşiya şekirî dikarin rastî astengiyên tenduristî yên dijwar bibin. Diabetes Australia pêşniyaz dike bo parastinê derziyên kutana înflûwenza li xwe xînin, plana rojeke nexweşiyê deyine û birêvebirina asta şekirî ya xwînê bike. Kesên bi nixweşiya şêkir metirsî li ser wan zêdetir heye eger înfûwenze bigirin û nexweşîya wan girantir e.  Nixweşiya wan dibe sedema bersivdayîna lawaziya qels ya enfeksiyonê û gengaz e ku enfeksiyon baktîriyayên duyemîn di laş de peyda bike. Piraniya nixweşên bi cora 2 ya nixweşiya şêkir qelewin ku ev jî metirsiyeke bo nixweşan. Ji bo zaniyariyên zêde derbarî şekirî (bi Îngilîzî) biçe 

 Nixweşiya Kezebê

Kesên ku hepetaytes B yan C hene (kulbûna kezebê), yan nixweşiyên din yên kezebê hene divê heman pîvanên parastina gelemper bi kar wînin.

Hişyar be û hemî pîvanên parastinê li dijî COVID-19 bi kar wîne. Kesên ku nixweşiya kezebê hene bo wan hatiye pêşniyazkirin ku derzîya kutana li dij enflûwenze li xwe xînin.

  • Ji bo zanyarîyên zêde derbarî COVID-19 û hepatitis (bi Îngilîzî) biçe
  • Ji bo zanyarîyên zêde derbarî COVID-19 û hepatitis B ya Kronîk biçe 
  • Ji bo zanyarîyên zêde derbarî COVID-19 û hepatitis C ya Kronîk biçe 
Nixweşiya Gurçikê

Divê mirovên bi nexweşiya gurçikan hay jê hebin ku, weke yên bi enflûwenza, metirsî li ser wan jî bilind e û kompleksên ji vîrosa korona hene. COVID19 bandora xwe li ser gurçkan heye heke ew kesa nexwaş be, hekr av di can de kêm be yan jî  infeksiyoneke duyemîn hebe.  

Ji bo zanyarîyên zêde derbarî COVID-19 û nixweşiya gurçikan biçe

Plana Rêveberiya Tenduristiya Gurçikê li Australya

Dermankirina Şêrpenceyê

Dema di rewşeke şêrpenceyê re derbas dibî, parastina sîstêma mirovî lawaz dibe û divê li gorî şîretên yan tedbîrên taybetî yên ku bijîjkên tenduristiyê pêşniyaz dikin ku rîska enfeksiyonê, di dema û piştî dermankirinê de kêm bikin bişopînin. Pêdivî ye ku bi qasî dikarin li mal bimînin û neçin tu deran û ji veguhastina giştî dûr bikevin. Sîstêma nixweş ya parastî di bin rewşeke wek ya piştî çandina organan derbas dibe.

Ji bo zanyarî û piştvaniya derbarî şêrpenceyê (bi Îngilîzî) biçe

Xelkê li Australya divê mîtro û nîvekê (1.5) ji hev dûr bin.  Civênen kesan li gor wîlayeta tu lê dijî ye.

Testkirina ji vîrosa korona li seranerî Australya heye. Heke te nîşanên wek girîpê hene, tedbîrên bo testkirinê bike yan jî telefone dokorê xwe bike yan jî telefone Tenduristiya Agahiyên Vîrosa Korona bike1800 020 080.

Hukmeta Federal appa şopandina vîrosa korona COVIDSafe ji bo barkirinê ji firoşgeha telefona te heye.

SBS agahdariyên ji bo Civakên pirçand e li Australya derbarî geşedanên herî dawî sebaret bi Vîrosa Korona dide. Nûçe û agahdariyên bi 63 zimanan hene li

 

 


Share
Published 6 May 2020 6:31pm
Updated 6 May 2020 6:48pm
By SBS RADIO
Presented by Mayada Kordy Khalil
Source: SBS

Share this with family and friends