Xalên sereke
- Mijara Hefteya Lihevhatina Neteweyî ya 2022an 'Wêrek bin. Guhertinê çêkin'.
- Reconciliation Australia (Lihevanîna Australya) û FECCA civakên koçber teşwîq dikin ku di dema NRW û piştî wê tevlî pêvajoya lihevhatinê bibin.
- Hûn dikarin li seranserê welêt bûyeran bibînin û bûyerên xwe li ser salnameya bûyerên Hefteya Lihevhatina Neteweyî nîşan bikin
Çima em Hefteya Lihevhatina Neteweyî pîroz dikin?
Hefteya Lihevhatina Neteweyî referanduma 27ê Gulana 1967an bi bîr tîne ku Australya bi piranî deng da guhertina Destûra Bingehîn. Vê yekê hişt ku Hukumeta Australya ji bo gelên Aborijinî û Girava Torres Strait qanûnan çêbike û wan bike nav Serjimariyê.
Di heman demê de biryara Dadgeha Bilind Mabo ya di 3ê Hezîrana 1992 de, ku gelên Aborijinî û Girava Torres Strait wekî xwedan axa kevneşopî nas dike, bibîr tîne.
Ev rojana xalên girîng yên li ser rêya ber bi lihevkirinê ve ne.
Mijara vê salê çi ye?
Mijara Hefteya Lihevhatina Neteweyî ya 2022-an Be Brave. Make Change, Wêrek be. Guhertin çêkin.
'Wêrek be. Guhertinê çêbike' ji bo hemû Australiyan dijwariyek e ku kar û barên lihevhatinê yên neqediyayî çareser bikin, û guhertinên ku dê wekî neteweyek ji bo berjewendiya me hemûyan çêkin.
Rêvebira Reconciliation Australia Karen Mundine, jinek Bundjalung ji bakurê NSW, dibêje lihevhatin berpirsiyariya her Australî ye, û ezmûneke çalak e.

Source: Reconciliation Australia
"Gava ku dor tê ser NRW, ew tenê ji bo me hemiyan fersendek e ku em degeyekê li ser wan têkiliyan bifikirin, ronahiyekê bidin ser wan, danûstendinên nû vekin û hemî civakên xwe teşwîq bikin ku beşdarî bûyeran bibin yan beşdarî çalakiyan bibin. "wê ji SBS Radio re got.
Tevlêbûna koçberan bi Hefteya Lihevhatina Neteweyî re
Muhammed El-Xefacî, berpirsê Federesyona Encûmenên Civakên Etnîk li Australya, bang li hemû koçberan dike ku tevlî pêvajoya lihevhatinê bibin.
Derbarê serpêhatiyên erênî û neyînî yên ku ji hêla civakên koçber û penaberan û Gelên me yên Yekemîn ve têne parve kirin cîhekî baş e ku mirov dest pê bike.
Birêz El-Xefacî dibêje: "Erkê me ye ku em dîrokê nas bikin, em bizanin ew civatana di çi re derbas bûne, ji ber ku em xwedî ezmûnên mîna hevin û rêkarên me yên guhertinê hene."
"Em hem rû bi rûyî nijadperestiyê dibin, hem jî neheqiyê dibin û em her du jî dixwazin ku wekhevîya gihandinê li vî welatî hebe"
Dibe ku ne hemî koçber girîngiya Hefteya Lihevhatina Neteweyî fêm bikin.
Pir kes nizanin mirov çawa li dora gelên Aborijinî û Girava Torres Straitê, danûstendina çand û dîrokê bikin, yan jî gelo ew cîhê wan e ku tevlê bibin.
Teşwîqkirina Rêberiya Tevlêbûnê
Di sala 2020-an de, FECCA rêbernameyek bi sernivîsa Teşwîqkirina Tevlêbûnê: Rêberiyeke ji bo Rêxistinên Pirçand ku Tevlî Lihevhatinê bibin.
CEO Mihemed El-Xefacî dibêje belge xaleke destpêkê ji bo danûstandinan di dema Hefteya Lihevhatina Niştimanî de û ji wê pê ve.
CEO Mohammad Al-Khafaji says the document provides a starting point for conversations during, and beyond National Reconciliation Week.
"Rêyeke rast yan şaş tune û mebesta girîng - hewl bidin û bi baweriyeke baş tevbigerin, hewl bidin û li ser çand û dîroka hevûdin fêr bibin û em wekî koçber çi bikin ku dengên Neteweyên Yekem bilind bikin."
Rêbernameya Teşwîqkirina Tevlêbûbê hin çalakiyên watedar pêşniyar dike:
- Plana Çalakiya Lihevkirinê pêş bixin
- Bi Hefteya Lihevhatina Neteweyî re tevbigerin
- Hefteya NAIDOC pîroz bikin
- Rûspiyên xelkêresen Indigenous Elders yên herêmî vexwînin ku merasîmeke Bi xêr hatî Welat yan Merasîma Dûkelê pêk bînin
- Li cîhê kar çanda ya kalîte ber bi pêş bike
- Rêbernameya Teşwîqkirina Tevlêbûnê ya FECCA li vir heye .

Joan Baker watches Kevin Rudd deliver the National Apology to members of the Stolen Generations Source: Kristian Dowling/Getty Images
Lehengiya rojane
Bi mijara vê salê, Wêrek be. Guhertinê Bikin, Lihevhatina Australya ji her kesî daxwaz dike ku di hemî warên jiyana xwe ya rojane de çalakiyên wêrek bikin.
Karen Mundine dibêje: "Dibe ku dem hatiye ku hûn bi heval û malbata ku nêrînên we li ser van mijaran parve nakin re danûstandinek dijwar bikin."
Tevlêbûna bi Hefteya Lihevhatina Neteweyî re dikare bi qasî nûvekirina medya civakî û grafikên e-nameyê, serdana malpera ji bo çalakiyên herêmî yan gihîştina çavkaniyên ku SBS pêşkêş dike, wek fîlim yan podcast.
Çavkaniyên dîjîtal NRW2022 ji bo sermaseya we desktop, malper yan jî civakî li vir hene .

Source: Reconciliation Australia/Tori-Jay Mordey/Carbon Creative
Kurdish Kurmanji: The Uluru Statement from the Heart

Kurdish Kurmanji: The Uluru Statement from the Heart