Kurdish Kurmanji: The Uluru Statement from the Heart

Uluru

Uluru. Source: Jimmy Widders Hunt

Di Gulana 2017-an de, delegeyên ji Aborjiniyan û ji Girava Torres Strait di Konferansa Destûra Neteweyî ya Neteweyên Yekem de li nêzikî Uluru civiyan û Daxuyaniya Uluru ya ji Dil pejirandin. Daxuyanî ji bo naskirina Neteweyên Yekem di Destûra Australya de nexşeyekê peyda dike, ku li sê eniyan reforma pêkhatî pêşniyar dike; Deng, Peyman û Rastî. Ew li dû diyaloga dan û stendina du-salî ku ji aliyê13 Diyalogên Herêmî yên Neteweyên Yekem hate rêvebirin û ji hêla 250 delegeyên Aborjinî û GiravaTorres Strait ve hate pejirandin. Daxuyanî hewl dide ku têkiliyek di navbera gelên Neteweyên Yekem yên Australya û neteweya Australya de li ser bingeha rastî, dad û çarenûsa xwe ava bike. Muzîk Frank Yamma. Wêne Jimmy Widders Hunt.


Em, di Kongreya Destûra Bingehîn a Neteweyî ya 2017-an de, ku ji hemî nuqteyên esmanê başûr tên, civiyan, vê gotinê ji dil dikin: eşîrên me yên Girava Torres Strait û Aborjinî yekem Netewyên serdest yên parzemîna Australya û giravên tenişt wê bûn, û me ew di bin zagon û adetên xwe de xwedî kirin . Bav û kalên me kirin, li gorî çanda me, ji Afirandinê, li gorî zagona hevpar ya ji 'demên kevnar', û li gorî zanista zêdeyî 60,000 sal berê kirin. Ev serwerî têgîneke giyanî ye: girêdana bav û kalan di navbera axê de, yan 'dayika xweza', û gelên Girava Aborjinî û Girava Torres ku jê çêbûne, pê ve girêdayî ne, û divê em rojekê vegerin nik bav û kalên xwe. Ev girêdan bingeha xwedaniya axê, yan çêtirî, serweriyê ye. Ew ti carî nehatiye berdan yan vemirandin û bi serweriya Tacê re hev-jiyan heye. Wekî din çawa dibe? Ku gelan 60,000 salî xwedî axekê bûn û ev girêdana pîroz tenê di du sed salên dawî de ji dîroka cîhanê winda dibe? Bi guhertina destûrî ya bingehîn û reforma pêkhatî, em bawer dikin ku ev serweriya kevnar dikare wekî vegotineke têr û tijî ya neteweya Australya bibiriqe. Bi hevrêjeyî, em mirovên herî girtî yên li ser erdê ne. Em ne miletekî xwerû sucdar in. Zarokên me bi rêjeyên nedîtî ji malbatên xwe hatine dûrxistin. Ev ne ji ber ku em ji wan hez nakin. Ciwanên me di binçavkirinê de bi hejmarên bêrûmet. Divê ew ji bo siberojê bibin hêviya me. Van pîvanên krîza me bi rengekî zelal avahiya pirsgirêka me vedibêjine. Ev êşa bêhêziya me ye. Em li reformên destûrî digerin ku gelê xwe hêzdar bikin û li welatê xwe cihekî rast bigirin. Dema ku hêza me li ser çarenûsa me hebe dê zarokên me geş bibin. Ew ê di du cîhanan de bimeşin û dê çanda xwe diyarî welatê xwe bikin. Em banga damezrandina Dengê Neteweyên Yekem dikin ku di Destûrê de hatî nivîsandin. Makarrata encamdana rojeva me ye: piştî têkoşînekê li hev dicivin. Ew daxwazên me ji bo têkiliyeke dadperwerane û rast bi mirovên Australya re û siberojeke çêtir ji bo zarokên me li ser bingeha dadwerî û çarenûsa xwe digirin. Em li komîsyoneke Makarrata digerin da ku çavdêriya pêvajoyeke lihevhatinê di navbera hukumet û Neteweyên Yekem de û vegotina rastiyê derbarê dîroka me de bike. Di sala 1967-an de em hatin jimartin, di 2017-an de me xwest ku em werin bihîstin. Em ji wargeha bingehîn derdikevin û li seranserê vî welatê fireh dest bi rêwîtiya xwe dikin. Em we vedixwînin ku ji bo siberojeke çêtir di tevgera gelê Australya de bi me re bimeşin.

Ji bo bêtir agahdarî ji kerema xwe serî li malperra Daxuyaniya Uluru ji Dil ya fermî  xîne     yan e-nameyê bişînw Navenda Yasayî ya Xelkê Resen li UNSW  .

SBS Daxuyaniya Uluru ya ji Dil bi 63 zimanan heye da ku kesên ji çand û zimanên cûrbecûr diyaloga neteweyî bidomînin.



Share