Rêberiya Nishtecêbûnê: Têgihîshtina Sîstema Sîgorteya Netewî ya Seqetiyê (NDIS)

Smiling disabled woman working in office

Source: Getty images-Daniel Tardif

Sîstema Sîgorteya Netewî ya Seqetiyê, National Disability Insurance Scheme ku herweha bi NDIS tê nasîn, xizmeteke ku Australiyên kêmtwana yan seqet bi shêweyeke berdewam pêdiviya wan bi alîkariyê heye pêshkêsh dike. Xizmeta NDIS di sala 2016 de destpêkir û ta nuha alîkariya 150,000 mirovî kiriye. Lê hin Australiyên ji pashereh û zimanên cuda bêpar mane.


NDIS guhertineke mezine ku chawa pishtvanî ji hukmeta Australiya pêshkêshe kesên kêmtwana/kesên seqet dike bikî.

Matt Wright berpirsiyarê liqê beshdarî û pêwindiya tev NDIS e. Ew dibêje Sîstema Sîgorteya Netewî ya Seqetiyê, NDIS shêweyeke nûye bo pêshkêshkirina alîkariyê bo kesên ku daîmî kêmtwana ne.

Ew shîrove dike û dibêje, kesên pêdivî bi alîkariya NDIS hene divê temenê wan ji 65 salan kêmtir be, hevwelatiyê Australya bin yan vîzeya daîmî bi wan re hebe. Wek mînak vîzeya penaberiyê ya 200 ew jî tê pejirandin.

Eger tu difikirî tu munasibî, tu dikarî pêwindiyê bi rêya malperra NDIS,  www.ndis.gov.au, yan telefone 1800 800 110 bo alîkariyê bike.

Xizmetgûzariya Navnetewî ya Nishtecêbûnê/Settlement Services International bernameyeke bi navê FutureAbility bo alîkariya rêxistinên chandpirr û civakên ku bi NDIS re kar dikin pêshkêsh dike.

Berpirsiyara Bernameya FutureAbility Georgia Zogalis dibêje gelek kesên ku alîkariya teqawîta seqetiyê werdigirin/disability pension, difikirin dê ew alîkarî ji dest wan biche eger alîkariya NDIS werbigrin, û dibêje gelekî girînge ku civakên ji pasherehên cûda têbighêjin ku bi destxistina alîkariya NDIS – alîkariya teqawîta seqetiyê nachêt.

Xatu Zogalis herweha dibêje ku NDIS hin caran komplêkise bi taybetî eger zimanê-yekem Îngilîzî nîne.

NDIS gelek mijar ji Îngilîzî wergerandiye zimanê te.

Xatu Zogalis herweha dibêje tu dikarî alîkariya belash ya wergêriya telefonî TIS 13 14 50 bi dest xînî.

Cathy Naing lênera/carer ya kecha xwe Laura ya 20 saliye, ku astengdariya rewshenbîrî bi wê re heye.

Tev ku ew bi plana NDIS ya Laura dilshaye, Cathy Naing dibêje di destpêkê de hêsan nebû chunke ew zimanê Îngilîzî bash nedizane.

Lê di van 2 salên dawîn de rewsh bashtir bûye bo xatu Naing. Ew bo kesên di rewsha wê de pêshniyar dike ku beshdare grûpên civakî yên pishtgiriyê didib jibo bi dest xistina hin xubretan.

Xatu Cathy Naing dibêje divê mirov bi sebir be ji bo vê sîstema nuh ya NDIS û netiris bin bo bixwe-rêveberiyê yan rêvebiriya plankirî.

Tevî ku ji sedî 20 ji xelkê ku NDIS bi dest-dikevin ji kesên ji pasherehên cûda ne, zanyarî raber dikin ku bi tenê sedî 7.2 ji xelkê planên NDIS hene.

Dwayne Cranfield rêvebirê Hevpeymaniya Etnîk e Netewî ya Seqetiyê ye/National Ethnic Disability Alliance, NEDA, rêxistineke ku bergiriya mafên kesên ji pasherehên cûda ku kêmtwana ne dike. Berêz Cranfield dibêje gelek kes ji alîkariya NDIS bêparin chûnke haya wan jê nîne.

Matt Wright ji NDIS dibêje, ew bi rêxistinên ku nûnertiya civakên etnîk re kar dikin ji bo pêshkêshkirina zanyariyên bi zimanên cuda de.

Tev ku NDIS dixwaze xizmetan bo bi destxistina NDIS hêsantir bike, Dwayne Caranfield dibêje ew her kesî handan dike ku alîkariya NDIS di nav civaka xwe de belav bikin.

Ji bo zanyariyên zêde derbarê NDIS, serî li www.ndis.gov.auyan telefone 1800 800 110 bike. Eger te pêdivî bi wergêr heye telefone TIS 13 14 50 bike

 


Share