Xwendekarên li Wîlayeta NSW dê ji 11 Gulanê de heftê yek roj beşdare xwendegehê bibin. Xwendekarên pola12 dê biçin dewama full-time dema ku xwendegehên gelemper vegerin.
Xwendegehên li Rojavayî Australiya vekirî ne û li ser dêûbavan dimîne ku zarokên xwe bişînin xwendegehê yan na.
Hemî Xwendegehên hikûmî yên Victoria di têrma 2 de amadekariyên fêrbûna dûrbûnê pêşkêş dikin. Xwendekarên ku dikarin ji mal fêr bibin pêdivî ye ku li mal bimînin.
Tasmania ji xwendekaran xwest eger mumkîne ji mal bixwînin. Xwendegehên li Bakur, Bakur-rojava û Başûr ji bo xwendekarên ku çavdêriya li mal nîne vekirî ne.
Li Başûrî Australya ji xwedekaran hatiye xwestin ku beşdare xwendegê bibin bi taybetî ku nuha jimara dozên vîrosa korona kêm bûye.
Hemî xwendekarên li Herêma Bakur dê beşdare xwendegehê bibin.
Ji bo xwendekarên Queensland yên di amadebûnê de ne, pola yekem, polên 11 û 12, xwendegeh ji Duşem 11 Gulanê ve dest pê dike. Xwendekarên polên 2 ta 10 dikarin perwerdeya ji mal di bin çavdêriyê berdewam bin.
Xwedegehên li Herêma Paytexta Australya di têrma 2 de dersan ji dûr (remote) de didin. Neh xwendegeh ji bo zarokên ku dêûbavên wan kar dikin çavdêriyê pêşkêş dikin.
Ji bo bêtir agahdarî derbarê perwerdekirina li mal, serî li van malperên li jêr xîne.

Source: SBS Kurdish