Pijîjkê Kurd Dr. Azad Necar xwediyê projeya “Dilê Destkir” e ku ji destpêka sala 2000î de di vê projeyê de mijûl e. Ev pêşveçûna pijîjkî pêşketinên mezin di warê pijîjkiyê û çareserkirina nexweşiya dil tîne holê.
Dr. Azad Necar çar salên yekem di lêkolîna xwe de bi tenê kar dikir û ta 2014 sê kes bûn lê dema hukmeta Swêdê alîkariya diravîn di sala 2014 de pêşkêş kir tîmê lêkolînê gihîşt 15 ta 20 kesan. Bi tevahî ev bû 20 salin ku Dr Azad û hevkarên wî di vê projeyê de mijûlin.
“Ev dahêneriya serkeftî ji aliye Hikûmeta Swêdê, navendên zanistî û pijîjkî û herweha ji raya giştî re jî bû meraq, ku a nuha lêkolîna derbarî “Dilê Destkir” gihîştiya asta dawîn û neştegiriya dawîn di heyva yekê 2020 de li ser berxekê çê bû,” Dr Azad got e SBS Kurdî.

Dr Azad Najar (right) with coleague Source: Supplied by Dr Azad Najar
Dahêneriya Dr Azad ya “Dilê Destkir” yekemîne li Swêdê û çaremîne di cîhanê de, lê ev cora dahêneriya Dr Azad yekemîn care dilekî destkirî ku du damar û du malik (arteries and ventricles) hene dirûst dibe.
Dr Azad got ku ew hêvî dikin di van nêzikan de ev “Dilê Destkir” bo mirovan bi kar bînin da ku ew nixweşên nixweşiya dilî hene bi xoşî bijîn. 

Dr Azad Najar (centre) with coleagues Source: Supplied
Dr Azad derbarê çûna xwe bo Swêdê got, dema berî 26 salan çû Swêdê hîna Sedam Husên li ser desthelatdariyê bû û hukmekî dîktator bû. Piştî kutakirina xwendina pijîjkî wî xwest derkeve Ewropa û xwendina xwe ya pijîjkî li Ewropa kuta bike û sedema helbijartina Dr Azad ku bibe pijîjkê dil ji ber ku kurekî xalî wî dema ji dayî bû gelek pirsgirên dilî hebûn lewma wî xwest bibe pijîjkê dilî.
Dr Azad Necar ji bajarê Zaxoye û ji malbateke Kurdperwere.

Dr Azad Najar ponting at his invention Source: Supplied by Dr Azad Najar