Hêza vegotina çîrokan bi rêya hunerê

Artist Salam Noah with one of his paintings

Source: Supplied by Salam Noah

Hunermendê şêwekariyê Selam Nûh dixwaze bi rêya tabloyênew resim dike peyamekê bigihînim xelkê da ku bizanibin penaber çawa di rewşên dijwar de li kampan dijîn.


nermendê şêwekariyê Selam Nûh dixwaze bi rêya tabloyênew resim dike peyamekê bigihînim xelkê da ku bizanibin penaber çawa di rewşên dijwar de li kampan dijîn.

Hunermendê şêwekar Selam Nûh di encama DAIŞ êrîşe Êraqê û Kurdistanê kir wî xwendina xwe ya li zanîngehê kuta nekir, ku tenê du meh mabûn ku xwenidina xwe bi serî bike.  

Malbata wî biryar dan ku biçin der, lê wan pêdivî bi rêyeke ji bo berhevkirina dravan hebû. Ji ber ku ew malbatek mezin in, pêdivî bi gelek dirav hebûn da ku ew bidin qaçaxçiyan. Ji ber vê yekê wan biryar da ku xaniyê xwe bifroşin qaçaxçiyekî û soz da wan em ê biçin welatekî ewledar li Ewropayê.
Painting by artist Salman Noah
Source: Supplied by artist Salman Noah
“Biryar hate stendin ku em biçin, lê me pêdivî bi rêyeke ji bo berhevkirina dravan hebû. Ji ber vê yekê me biryar da ku xaniyê xwe bifroşin qaçaxçiyekî û me bibe welatekî ewledar li Ewropayê.”
Painting by artist Salam Noah
Source: Supplied by Salam Noah
Di 9/2/2016 de Selam tev malbata xwe ya ji 12 endaman pêk dêt derbasî Tirkiyê bûn û nêzikî mehekê li wir dimîn.

“Me hewl da ku em sînorî Bulgaristanê derbas bikin lê me nedikaribû, me şeş caran hewl da, me biryar da ku rêyeke din bibînin û hewl bidin bi keştiyê derbasî Yewnanistanê bibin.”

“Di 6/3/2016 em gihîştin Girava Lesvos. Em şeş rojan li Mytilene man, û piştre di 13/03/ 2016 de em birin kampa penaberan a Ritsona.”
Painting by artist Salman Noah
Source: Supplied by Salam Noah

Bav û dayika Selam, li gel heft xwişk û birayên wî di 20/09/2016 de Fransa ew pejirandin û li wir niştecêbûn .

“Lê ji ber ku ez û yek ji birayên min zewicîne em bi wan re neçûn û em şeş mehe din di kampa penaberan ya Ritsona man ta ku em jî vîzeya Fransa ji me re jî deret.”

Di dema çaverêkirina vîzeya bo Fransa, Selam dest bi huneriya  şêwekariyê kir, bêyî ku tiştekî li ser zanibe.

“Min xwest ez bi rêya wênekariyê peyamekê bigihînim xelkê da bizanibin penaber çawa di rewşên dijwar de di kampan de dijîn û min xwest bila her kes li ser rewşê zanibe.”
Paint by artist Salam Noah
Source: Supplied by Salam Noah
Salam zêdetirî 100 tabloyî çêkiriye, û pêşangehek di 25/02/2019 de li Swîsra çêkir, yek li Spanya, li Washington, û du pêşangeh li Holandayê, û yek jî li Almanya, Brîtanya, France, Luksembûrg, û ew herweha beşdarî çend pêşangehên din li Hollanda, Almaniya û Îngilistanê jî bûye. 

Painting by artist Salam Noah
Source: Supplied by artist Salam Noah

Share