Jiyan ji temenê 10 salîn de li Brîtanya dimîne, li Kurdistanê bernameyeke telefizyonê pêşkêş kiriye, çar salan li Tirkiyê di pêşveçûnên navneteweyî de kar kiriye û endeziyarî xwendiye. Lê wan tiştan hemû deyne aliyekî, ew wek keçeke Kurd di dijwarî û pêvajoyên civakî û durûtiya çandî re derbas bû ku ew mijarana bûn asteng li pêşiya wê û di encamê de wê beryar da ku êş û hêrsa xwe bi rêya pêkenînê - komêdî re derxe.
Dema ku îcar Jiyanê ji ber valabûna di dema vîrosa korona car din dest bi henekvaniyê kir, wê hest kir ku îcar rewşa wê baştir û xurtir e û bala gelek ji nifşê nuh kişand.
"Armanca min ev e ku ez platformeke berfireh bi afirînim ji bo girêdanekê di nav ciwanan de peyda bikim.”
Tevî hemî rexneyan Jiyanê bi hogirîya xwe ya henekvaniyê dom dike û ya herî girîng jî malbat û hevjînê wê piştgiriya wê dikin.

Jiyan Khalaf Source: Supplied