Breaking

Xizmetgûzarî çawdêrî mindallan be xorayî debêt bo karmendanî 'binçîneyî'

Hukûmetî federal raygeyand, xizmetgûzarî çawdêrî mindallan be xorayî debêt bo ew kesaney le karî binçîneyî kar deken.

Prime Minister Scott Morrison

Prime Minister Scott Morrison Source: AAP

Xizmetgûzarî çawdêrî mindallan be xorayî debêt bo ew daykan û bawkaney ke pêwîstiyan pêyetî be hoy kare binçînekaniyan, be hoyî qeyranî vîrusî-korona we.

Hukûmet herweha yarmetî 13,000 nawendî çawdêrî mindallan/dayingekan dekat bo ewey kirawe bimênine we paş ewey jimarey tomar kirdin û bekarhênanî ew xizmetgûzarîyane kem bûwete we.

Scott Morrison serokî wezîran dellêt ke xizmetgûzarî çawdêrî mindallan here gringe be yarmetî ew daykan û bawkaney ke le kare binçîneyî "gring" kardeken le rewşî abûrî êsta da. 

Le jêr ew plane, hukûmet nîweyî têçûnî ew xizmetgûzarîye bo 6 mangî dahatû, hetaû kirawe bimênin û paray zortir le xêzanekan wernegrin.

[node_list title="READ MORE" uuid="aaf5d566-0cc3-46e8-ad7e-53be7bb1a64f"]

Ew abûneye le 6 Aprîle we dest pêdekat, bo ew nawaney ke 2 heftey pêş 2 Mars/Azar tomarkira bûn.

 


Share
Published 2 April 2020 2:16pm
Updated 2 April 2020 7:55pm


Share this with family and friends