Key Points
- Zirara potansiyel ya ji qumarê ji pirsgirêkên darayî bigire heya pirsgirêkên tenduristiya giyanî.
- Malbat û heval di encama qumarê bandor dibin, lê piştgirî heye.
- Hesasiyetên çandî dikarin mirovan ji alîkariyê dûr bixin.
- Alîkariya yekî hezkirî bi bandor hewce dike lê malbat û heval jî pêwîstiya wan bi piştgiriyê heye.
Metirsiya zirarê hem di qumara serhêl û hem jî ya ne li serhêl dibe ku her gav ne xuya be, dibêje Profisorê Psîkolojiyê li Zanîngeha Sydney Sally Gainsbury.
Pir caran jê re îdmana veşartî tê gotin ji ber ku tu di çavên yekî de nabînî yan jî di nefesa wan de nayê bêhnkirin ger pirsgirêkeke qumarê hebe... Lê zirar her wekî xwe ne û lêçûnên aborî jî heman in.Sally Gainsbury, Professor of Psychology at the University of Sydney.
Profisor Gainsbury Rêvebira Navenda Dermankirin û Lêkolînê ya Qumarê li zanîngehê ye.
Ew dibêje riya başbûna ji qumarê pêvajoyeke tevlihev e, hem ji bo kesê ku têdikoşe û hem jî ji bo mirovên li dora wan.
Gelek caran jî bikar anîn dubare dibin, ew dibêje.

Online wagering tends to appeal to a different cohort than that of poker machines, but the harms are the same Credit: Getty Images/becon
Li gorî Enstîtuya Tenduristî û Refaha Australya, 7.2% ji mezinan di xetereya zirara lîstikê de ne.
Civatên Cihêreng yên Çandî û Zimanî (CALD) ji daniştvanên giştî zêdetir qumar nakin, lê lêkolîn nîşan dide ku ew ji ceribandina zirara qumarê bêtir xeternak in.
Natalie Wright, Rêvebira Ofîsa Qumarê ya Berpirsyar li New South Wales, dibêje mirovên ji civakên cihêreng yên rû bi rûyî pirsgirêkên qumarê dibin ji ber şerm û şermezariyê alîkariyê daxwaz nakin.
Di gelek civakan de şêwirmendî têgeheke biyanî, rojavayî ye. Ji ber vê yekê, pir caran têgehek heye ku mirov dixwazin tiştan di nav malbatê de bihêlin.Natalie Wright, Director of the Office of Responsible Gambling in New South Wales

Gambling harm doesn’t just affect the person who gambles Credit: Getty Images/uniquely India
Relatives and friends of people experiencing problem gambling can also be impacted.
They often experience financial harm associated with problem gambling. They are likely to experience stress in the relationship, and they have to deal with the associated negative consequences.
“So, these people need to have support for themselves regardless of whether the person is trying to change their gambling. It's also helpful while they're trying to assist someone or support someone who is attempting to recover,” Prof Gainsbury explains.

Changes in someone’s financial wellbeing can be a sign their gambling has become an issue. Credit: Getty Images/Narisara Nami
Ew dibêje xizm yan hevalên kesên ku pirsgirêkên qumarê hene bandor li wan jî dibin û hewceya wan jî bi piştgirîyê heye.
Tê bîrwa wî endamekî malbata wî alîkarî xwest, ku di berdêla wê de ji bo her kesî bi sûd bû.
"Wan çêtir dikaribûn daxwazên min ji bo başbûnê piştgirî bikin, ku hin caran dibe ku pir dijwar be dema ku ew be îdmanin.
"Ez difikirim ku wergirtina alîkariya profesyonel ji wan re têgihîştineke ku ew ne berpirsiyar in ji tiştê ku qewimî. Ew ne sûcdar in ji bo çi qewimî."
Ji bo Adem, xala zivirîna başbûna wî bi ve hat, ku hevalbendiyeke mêr û jinan e ku ezmûnên xwe parve dikin û alîkariya kesên din dikin ji bo ji pirsgirêkên qumarê xelas bibin.
Lê Adem bawer dike ku her kes xwedan rêyeke cûda ye ku amûran peyda bike ji bo çareserkirina pirsgirêka qumarê.
[Hinek] kes bi çûna şêwirmendiyê li ser bingeheke heftane, guhertina kar, guhertina bernameyên jiyanê, yan jî werzîşa zêdetir bi ser dikevin. Tiştê ku [dikare] ji bo her kesî kar bike hene.Adam*, recovering from problem gambling

Peer-to-peer support and online forums can be helpful for some. Credit: Getty Images/Marco VDM
Her rêyeke piştgirî dikare bibe alîkar, divê piştgirîya guncan were peyda kirin, dibêje Prof Gainsbury.
Ew mijûlbûna bi pirsgirêka qumarê re bi rewşeke lezgîn ya li balafirê dişibihîne, ku ji rêwiyan re tê şîretkirin ku berî alîkariya kesên din bikin maska oksîjînê li xwe bikin.
Girîng e ku were zanîn gelek piştgirî heye, ew ne bi tenê ne... [û] hay ji gotina ku hûn pêşî maska xweya oksîjînê li xwebikin hebin.Professor Gainsbury.

Some people feel more comfortable asking their doctor to direct them to a specialised service. Credit: Getty Images/nahsoon
Kampîna hukumeta New South Wales ya bi navê hejmara ku jiyana me guhert , ji bo alîkariya mirovên ji civakên cihêreng yên ku di warê qumarê de rû bi rûyî pirsgirêkan dibin û nizanin alîkariyê çawa werbigirin tê armanc kirin.
Yekem bendera bangê ji bo her kesê ku li NSW hewcedarê alîkariyê ye li ser 1800 858 858. Malpera wan bi pênc zimanên civakê hatiye wergerandin, di nav de Erebî, Çînîya Hêsan û Kevneşopî, Hindî, Korî û Vêtnamî.
Şêwirmendiya aborî jî heye.
Ger ji ber qumarê hezkiriyên we hin deyn hene yan pirsgirêkên aborî hene, hûn dikarin şêwirmendiya darayî daxaz bikin, xatun Wright pêşniyar dike.
Gelek kes dê li piştgiriyeke nefermî bigerin. Ji ber vê yekê, gelo ew bijîjk ê tenduristiyê be, yan di nav civakê de piştgirî dike, wek serokên civakê yan rêberên olî, yan jî di nav malbata wan de piştgirî dike.Professor Gainsbury.
Xatun Wright dibêje: "Şêwirmendî bi zêdetirî 50 zimanan ji her kesî re li seranserê wîlayetê heye."
Di dawiyê de, ew dibêje piştgirîya kesekî bi pirsgirêkek qumarê re, bi teşwîqkirina wan re diçe ku li alîkariya profisyonel bigerin.
*Navê wî yê rast nîne.
Ji bo alîkariyê telefon bike yan serî li lînkên li jêr xîne: