Her ku diçe hewa germtir dibe û bêtir kulîlk vedibin, ango Australya bi xweşî û bi rastî ketiye biharê.
Ev jî tê wê wateyê ku piraniya welêt di demeke nêzîk de neçar in ku demjimêrên xwe ji bo rojeke dirêjtir saetekê ber bi pêş bixin.
Kengî di sala 2023 de dê demjimêr li Australya bê guhertin û kengê bi dawî dibe?
Demjimêra havînê her sal roja Yekşema yekem ya Cotmehê saet 2:00 dest pê dike.
Ev tê wê wateyê ku îsal, demjimêr dê vê Yekşemê 1ê Cotmehê saetekê di 02:00 de pêşde biçe.
Demajimêra havînê roja Yekşema yekem ji Nîsanê di demjimêr 2 danê sibê de bi demjimêrekê paşde diçe.
Kîjan wîlayet û herêmên Australya dema havînê bikar tînin?
Li van deveran bikar tînin:
- NSW
- Victoria
- South Australia
- Tasmania
- The ACT
- Norfolk Island
Ev deverana bikar naynin:
- Queensland
- The Northern Territory
- Western Australia
- Christmas Island
- Cocos (Keeling) Islands

Daylight saving lasts for six months. Source: Getty / Tim E White