Leza ku vaksîn hatine çêkirin cîhan pirr matmayî hîştiye.
Brîtanya û Dewletên Yekbûyî pejirandina bi lez dane derziya Pfizer / BioNTech - û nuha vakslêdana Moderna li Dewletên Yekbûyî - -digel civakên lawaz yên li wir vaksînê werdigirin.
Digel ku dozên COVID-19 li Australya dîsa zêde dibin, wê yekê hişt ku kes bifikirin ka kengî dê belavkirin li vir dest pê bibe.
Hukumeta federal ji gel re dilniya kir ku vaksînek tê ye û di çaryeka pêşîn ya 2021-an de dê dest bi amadekirina nexşeyeke berfireh ji bo belavkirinê bibe, lê tiştekî misoger nîne. Em nuha vê yekê dizanin.
Çima Australya hîn vaksînek erê nekiriye?
Derdzanistê Zanîngeha Başûrî Australya Profesor Adrian Esterman got ku bersiv xuya ye: hewceya bilezbûnê nîne.
Wî got girîng e ku mirov vaksîna Pfizer/BioNTech li Brîtanya bi bîr û Dewletên Yekbûyî tenê bi bîr wîne ku "erêkirina bilez" stendine, wate qonaxa sê ya ceribandinan hîn neqediyaye, lê daxwaz pir zêde ye ku mirov li bendê bimîne.

Allergic reactions to the Pfizer/BioNtech vaccine are said to be incredibly rare. Source: Photonews
"Ne normal e ku mirov vê karanîna bilez werbigire lê ji ber ku welatên mîna Brîtanya û DYA bi COVID-19 re di rewşên xedar de ne, ew bo demeke dirêj li hêviyê bin… û ew têra xwe dadperwer e," wî got.
Australya dê kengê dest bivaksîn lêdanê bike?
"Desthilatdarê me ya birêkûpêk [Rêvebiriya Tenduristiya kelûpelan] dê bêtir li bendê bimîne da ku encamên ceribandina tevahî bistîne, bi baldarî li wan mêze bike û dûre jî em dikarin dest bi vaksînkirinê bikin," Profesor Esterman got, ew berî derketina dozên vê dawîyê ku li Sydney çêbûn axifî.
Ew hêvî dike ku dê ji bo derziya Pfizer/BioNTech "dora Adara" 2021 pêk were.
Dê kî pêşî vakslêdanê bistîne?
Cîgirê Karmendê kargêriya bijîşkî ya Australya Paul Kelly pejirandiye ku her vaksîn dê ji bo kesên taybet bi dest keve, yên ixtiyar û kesên pirsgirêkên tenduristiyê hene dê yekemîn bin.
Wî got kesên bi xetera zêdebûna vîrosê, wekî karmendên tenduristiyê û yên lênihêrîna ixtiyaran, dê bibin duyemîn di lîsteyê de, paşê yên ku di karûbarên lezgîn de kar dikin û karkerên bingehîn.
Australya li kîjan namzetên derziyê veberhênan kir?
Di ronahiya biryara terikandina namzetê derziyê ya Zanîngeha Queensland de, niha sê vebijarkên hukumeta Australya hene. Hemî guman ji bo her kesek du doz hewce dike û hewce ye ku serjimêriya 25 mîlyonan û zêdetir bigire.
AstraZeneca

Source: SBS News
"Ev vakslêdana ku em jê re dibêjin vîrosa vektor. Vîroseke meymûn bikar tîne, ku bê zirar e, ku me nexweş dike û dû re vakslêdanê radigire, ”Profesor Esterman got.
Şîrketa biyoteknolojî ya Australya CSL soz daye ku li Melbourne 50 mîlyon dozên vê vebijarê çêbike. Wê berê jî pêvajoya hilberînê dest pê kiriye lê divê li benda AstraZeneca be ku erêkirina rêziknameyê bi dest bixe berî ku dest pê bibe.
Novavax

Source: SBS News
Profesor Esterman got ew derzî bi navê "vaksîna protîn ê" tê nasîn: rêbaza ceribandî ûtêstkirî ku ew hêvî dike dê di sala nû de were pejirandin.
"Wan tenê di Îlonê de sê ceribandinên qonaxkirî dest pê kirin," wî got.
"Ji ber vê yekê dîsa, ew dê bi rastî ne mimkun be ku bi kêmî ta Gulan yan Hezîrana sala bê amade be."
Pfizer/BioNTech

Source: SBS News
Lê heke ev vaksîn bi bandor were îsbat kirin, bi hewcedariya du derziyan, dê tenê derzî bighêje pênc mîlyon Australyan.
Alîkarê serokê Komeleya Bijîşkên Australya Dr Chris Moy got ku stratejiya hukumeta federal ji bo ewlehiyê danûstandinên girîng çê bûn.
"Bi dilsozî, pirsgirêk hewl dide ku şertên me wekî neteweyekê dorpêç bike da ku karibin xwe bigihînin vaksînan ku îhtîmaleke mezin heye biserkevin," wî got. "Ne gengaz bû ku stratejiya 'hemî hêkan di yek selik kin."
Lê Partiya Kar gotiye hebûna peymana sê vaksînên potansiyal ne bes e û pratîka çêtirîn ya navneteweyî ev e ku pênc yan şeş hebin.
Ma depokirina Pfizer ne dijwar e?
Erê. Pêdivî ye ku ew her dem li dora 70 bin pileya sifir de were hilanîn ku belavkirina vê derziyê hinekî tevlihevtir bibe.
“Divê ew di qotiyên taybetî de were hilanîn. Hinekî dişibihe eskî, lê ew nîtrojîna wê pir sar dihêle, ”Profesor Esterman got.
Hat pirsîn gelo ew difikire ku Australya dikare vê dijwariya lojîstîkî ya zêde pêk bîne, wî got: "ew dikare were kirin".

The Pfizer/BioNTech vaccine must be kept at very cold temperatures. Source: Getty
"Pfizer dê di van qutiyên taybetî de bişîne seranserê Australya. Her çend ji ber wê hewcedariya zincîra sar zehmetir e jî, divê li Australya bi hêsanî were birêve birin. ”
Vakslêdanên mRNA yên mîna vakslêdana Pfizer/BioNTech jî li Australya nayê hilberandin ji ber ku ew celebeke nû ya teknolojiyê digirin nav xwe.
"Hin axaftin heye ku em bi xwe hilberîna ji bo derziyên mRNA pêş bixin heye û ez difikirim ku ew dê ji bo pandmêya siberojê ramanek baş be," Profesor Esterman got.
Vaksîna UQ / CSL çi bû?
Di ne-serkeftineke jibo pêşkeftina derzîlêdana Australya, Zanîngeha Queensland û CSL neçar man ku vê mehê ji pêşbaziyê vekişên piştî ku hemî beşdarên di testê de encamên testa HIV ya derew-erênî dan.
"Metirsiya wê tune bû ku bibe sedema vegirtina HIV," profesor Robert Booy, pisporekî nexweşiyên vegirtî ji Zanîngeha Sydney, got.
"Ya ku di rastiyê de dihat bikar anîn piçek protîn bû, tiştek bi vîrosa enfeksiyonê ya rastîn re tune."
Lê zanyar xemgînin tev ku vaksîn bi tevahî jî ewledar bû, encamên derew-erênî yên ji bo HIV dikare bi bernameya testa HIV ya Australya re, û her weha ajotên bexşandina xwînê, destwerdanê bike, û têgihiştin û baweriya gel xemgîn bike.
Australî li ser vaksînlêdanê çi difikirin?
Ji bo ku her kampanyaya vaksînlêdanê serfiraz be, pirraniya mirovan hewce ne ku baş agahdar bin.
Pijîşke Gştî (GP) yê Melbourne Dr Abhishek Verma got piştî dawî ênana beşê yekem ji salê fikarên nexweşên wî yên di derheqê COVID-19 de ew nuha efsaneyên derbarê derziya potansiyel belav dike.
"Li ser vakslêdanan gelek pirsên me hene; gelo ew dê ewledar be? Ma ew dê mecbûrî be? Ma ew dê potansiyel xeternak be?" wî got.
Tirsa ku dibe di pêşbirka derzîlêdanê de quncik hatibin qutkirin û ewlehî hatibe têkbirin li ser hişê gelek nexweşên wî dilîze.
"Ya ku em dikin ev e, bi nexweşan re diyalogên vekirî hene û pirsgirêkên wan têne çareser kirin," wî got.
"Em hewl didin ku wan fersendên ji Daîreya Tenduristiyê û her weha ceribandinên klînîkî digirin bi kar bînin, em hewl didin ku pratîka bingeh-delîl bikar bînin da ku ya em bawer dikin vaksîneke ewledar û bibandor be."
Di Mijdarê de, lêkolîneke Zanîngeha Neteweyî ya Australya li ser 3.061 mezinên Australî dît ku ji sedî 58.5 gotin ku ew dê vaksînê li xwexin. Ji sedî şeş gotin ew nakin.
Dê hemû civakên Australya di belavkirinê de mijûl bibin?
Dr Verma got ji bo hin komên nû yên koçberan, astengiya zimên û nebûna vebijarkên tenduristiyê yên guncan yên çandî tê wateya ku ew timûtim ji danûstendinê bêpar dimînin.
"Ew bi kevneşopî her dem hinekî bê maf hatine hiştin û bi pratîkeke gelemperî û lênihêrîna bingehîn re mijûl dibin," Dr. Verma got. "Ji ber vê yekê ez difikirim ku ew dê xwedan astengiyên taybet bin ji ber ku dibe agahdariyên şas bidin wan heke ew agahdariyan ji çavkaniyên rast negirin."
Wezaretên hukumeta federal û wîlayetan di dema pandimeyê de ji ber şaşiyên di têkiliya bi civakên pirçand û ziman yên Australya hatin rexne kirin. Ji agahdariya kêm wergerandî, heya nebûna şêwrê bi nûnerên çandî re, wateya wê yekê bû ku hin kes ji bo agahdariya li ser vîrosê serî li çavkaniyên nefermî didin.
Adel Salman, berdevkê Encûmena Islamî ya Victoria got "gelek agahdariyên şaş [di derheqê vakslêdanê de] li serhêl diqewimin" û şerê agahdariya vakslêdanê ne tenê kêşeyek e ku civakên biçûk yên Australya rû bi rû hatin, lê tevahiya xelkê.
Ew bang li hukumeta federal dike ku berî destpêkirina belavkirina derziyê kampanyayeke agahdariyê dest pê bike.
Berdevkê Wezîrê Tenduristiyê Greg Hunt ji Nûçeyên SBS re got ku hukumet "dê li ser bersiva COVID-19 pêşkeftin û gihandina cîbicîkirina vakslêdanê û stratejiya danûstendinê di nav de û gihandina vakslêdanê şîret bigire û pêşniyaran ji rêxistinên pir çand û aliyên pêwendîdar yên lûtkeyê berdewam bike û pêşniyaran werbigirin.
Hukumetê di heman demê de Civatên Cûrbicûr yên Çandî û Zimanî jî saz kir, da ku şîretên COVID-19 bide ku di vê mehê de yekem car civiyan.
Çi tevlihevî dikarin çêbibin?
Profesor Paul Griffin, pisporekî nexweşiyên enfeksiyonê li Zanîngeha Queensland e, got ku belavkirina derziya Australya dikare tevlihev be.
"Ez difikirim ku lojîstîk, û hem jî dudiliya derziyê, du pirsgirêkên sereke ne ku em ê rastî bên. Ez ne bawer im ku me têra xwe kir da ku em yekê ji wan jî çareser bikin," wî got.
Dê vakslêdanê karbike?
Dr Moy got di heman demê de pêdivî ye ku li hember armancên demkurt yên dijî bernameya vakslêdanê bêtir zelalbûn hebe.
"Ew di warê rawestandina nexweşbûna we de bibandor in lê vê gavê em ne ewle ne ku ew di çi astê de ne di rastiyê de hûn wê bigirin yan jî wê derbas bikin. Ji ber vê yekê, ew dikarin di yek tiştî de baş bin lê di ya din de ne baş e”, wî got.
"Em ne tenê hewl didin ku şexsan biparêzin lêbelê em hewl didin ku belavbûna di civatê de jî rawestînin. Bi giştî ji bo van hemî derzîyan erênî û neyînî hene û çend tişt hene ku hîn nehatine diyarkirin, mînakî ew çiqas dom dikin.”
Em ê kengê bêtir zanibin?
Profesor Kelly got ku hûrguliyên tevahî yên derbarê belavkirina derzîlêdana Australya dê di Rêbendanê (January) de ji raya giştî re were eşkere kirin.
Xelk li Australya divê mîtro û nîvekê (1.5) ji hev dûr bin. Qedexeyên herêma xwe sebaret bi girtina sînoran bişopîne.
Eger tu hest dikî te nîşanên zekemê hene, telefone doktorê xwe bike yan pêwindiyê bi Agahdariya Tenduristiya Vîrosa Korona ya netewî bike li ser 1800 020 080
Ji kerema xwe rêwerzên peywendîdar yên ji bo wîlayet yanherêma xwe kontrol bike: , , , , , , .