7 faktorên ku pêwîste tu li ser Gelê Pêshin yê Australya bizanibî.
Nasname bi kultûra wî mirovî de girêdaye û chawa xwe bi wê kultûrê de girêdide.
Yek ji efsaneyên mezine Abûrijinî ewe ku eger rengê chermê te sipî be wateya tu ne Aborijinî û ne ji Girava Torres Strait î.

Source: SBS
Çand nûnertiya shêweyên jiyanê ava dike û ji nifshekî derbase nifshekî din dibe.
Pêshniyarên bingehîn yên chandî yên Aborijinal û Giravên Torres Strait taybetî bi erd û dilsoziya malbatî û civakî de girêdaye.

Source: Getty Images
Mafên hemwelatiyê di dema Federesyonê di sala 1901 de bo Aborijiniyan û xelkê Girava Torres Strait nehat dayin.
Gelên Aborijinî û Girava Torres Strait ne mafê dengdanê û ne jî mafê wergirtina diravên sosyalê bo kesên li xanenishînê û jinên du-canan ta dawiya salên 1960an nebû.

Documentary, Vote Yes For Aborigines celebrating its historical significance and contemporary relevance of the 1967 Referendum. Source: Australian Institute of Aboriginal and Torres Strait Islander Studies/Audio Visual Archive
‘Xewindîtin’ yan ‘Demaxewnê’ peyvên Îngilîzîne ku wateyeke kûr di têgihîshtina Aborijinî û Girava Torres Strait dide.
Ji bo gelê Aborijinî ‘Xewndîtin’ xwebêjeke mezin dide û ne tishtekî di par de qewimiye: “Ew wateya pêwindîgirêdana di nav gelê Aborijinî de ye di warê ruhanî de. Chîrokên xewnan ne tishtekî di par de ne, ew li dervayê demê ne- herdem zindîne û li gel me ne di jiyanê de”–

Source: NITV
Ziman nasnameya gelê Aborijinî û Girava Torres Strait e û ji kur hatine.
Dema Ewropî hatin Australya 270 zimanên cûda û kultûrên cûda cûda habûn. Îroj, 145 zimanên Aborijinî û Girava Torres Strait li Australya hene, lê 18 ji wan bi shêweyeke berdewam bikar dihên, ku kesên temen bichûk ta mezinan bi kar dihînin.

Angelina Joshua keeping the language alive at the Ngukurr Language Centre (Photo by Elise Derwin for SBS) Source: Photo by Elise Derwin for SBS
Gelên Aborijinî û Girava Torres Strait bi rêya pasherehan de bi welêt de girêdayî ne (dê û bav), herweha bi eshîr û komên zimanan jî.
“Dema em dibêjin welat mumkîne mebesta me welatêdêûbavan yan eshîret û hin caran pêkane xwebêjeke din bide; shûneke li ser nexsheyê. Ne pêdiviye ku em behsa warê erdnîgeraniyê dikin. Lê em behsa hemî doralî dikin.” - Professor Mick Dobson AM

Source: NITV
Gelên Aborijinî û Girava Torres Strait shêweyên bi sûd demezirandin bo berjewendiyê ji bi karanîna erdê berdewam bibînin.
Mafê nishtecêbûnê bo grûpên cûda û birêvebirina hin deveran zelale û bi hunerî hatine qeydkirin, chîrok, stran û dîlan. ”Shêweya ez hatim xwedîkirin di baweriya ku barweriyên taybet girêdayî bi welat de hene. Em yê erdê ne. Erd ne yê me ye.” - Cassandra Lawton jina ji eshîreta Gungarr (SW Qld)

Source: Supplied - NITV