Piştî destpêkirina roja Yekşemê, appa hukmetê ya COVID-19 ya şopîner ji 1.89 milyon Australiyan zêdetir barkiriye.
Appa ku hukmet ji her kesî daxwaz dike bi zûtirin dem barbikin, mebest ku alîkariyê pêşkêşe berpirsiyarên tenduristiye bike da ku kesên vîrosa korona girtibin werin naskirin.
Ev teknelojiya bi rêya Bluetooth kar dike dema du bikarhêner appê ji 15 xûlekan zêde di nav mîtro nîvekê (1.5) nêzikî hev bin. Heke bikarhênerê appê vîrosa korona hebe, divêt bi razîbûna wî/ê têkiliyên herî dawî bi rayedarên tenduristiyê re parve bike.
Heke Australî appê barbikin, pisporên tenduristiyê dibêjin ev dibe ku bandorek mezin li ser ragirtina vîrosa korona hebe. Di heman demê de, pisporên teknolojî û taybetmendiyê xemên xwe derbarê daneyên ku app berhev bike kirin.
Hefteya derbas bûyî berî bi rêxistina appê, me şîrove kir ku dê çawa ev teknolojî kar bike, û pisporan xemên xwe yên derbarî taybetmendiyê derbirrîn . Nuha ku COVIDSafe ji bo barkirinê heye, hin bîrûbaweriyên pisporan derbarî ew app bête barkirin yan na.
Software developers have reverse-engineered the COVIDSafe app. Here's what they discovered.
Berî COVIDSafe were ragihandin, pisporên teknelojîyê û nepenîtiyê ji hukmeta Australya daxwaz kirin ku kodê çavkaniyê aşkere bike, ku dê ev yeke bihêle pisporên serbixwe pirsgirêkan, çareseriyê pêşkêş bikin, û piştras bikin app wek hukmetê gotî kar dike.
Hukmeta hîn çavkaniya kod ranegihandiye, tev ku wezîrê tenduristiya federal Greg Hunt roja Duşemê ji dezgeha ABC re got dê di nav du hefteyan de were aşkerekirin .
Di dema ku em çaverêya çavkaniya kod dikine, pêşvebirên nermalavên Australî dest bi endezariya-bervaja ya appê kirin, encamp li ser medya civakî pare vekirin.
Roja Yekşemê, pêşvebirê nermalav Matthew Robbins bi serkeftî app barkir û koda çavkaniyê ji bo appa Android aşkere kir.
Ev bû 10 salin Robbins di teknelojiyê de kar dike, û di van heyşt salên dawîn de li ser avakirina appan kar dike.
Di van 24 demjimêrên dawîn de ew û pêşvebirên nermalavên din di appa COVIDSafe de dixebitin û qasî dikarin ji kod fêr bibin.
Gelek ji wan tiştan erênîne: li ser Twitter, Robbins piştrast kir ku app wek hatibû çaverêkirin kar dike, daneyên bi ewlehî li ser têlefona bikarhêner, tenê nîşanên tomarkirinê ji têlefonên din yên ku di heman demê de app hene, piştî 21 rojan hemî tiştên tomar kirî tên tunekirin, û tenê heke bikarhênerek destûrê bide, daneyên li rayedarên tenduristiyê belav dibin.
App cihê bikarhêner aşkere nake (heke hûn bikarhênerê Android in û ji we re peyamek hat û daxwaza şûna hûn lê, ev daxwazeke ne başe ji Android - gava daxwaza gihîştina appa Bluetooth, ew otomatîkî daxwaza îzina şûnê dike. COVIDSafe hîn jî daneyan daxwaza tomarkirinê nake yan bikaranîna cihê daneyan nake).
Robbins ji bernameya The Feed re got Wî di dema xwe ya vala de kod ji hevkir ji ber ku wî meraq dikir, lê wî got tiştê wîî dîtî razî ye.
“Ez difikirim ku sazkirina wê pir bi sûde,” wî got.
Ger te meraqa hûrgiliyên teknolojiyê hene, endezyarê nermalavê Geoff Huntley belgefilîmekê bi navê dikê ye.
Bû 24 demjimêrin app zindiye. Gelo çi pirsgirêk hatine dîtine?
Ta nuha çend pirsgirêk di appa COVIDSafe de peyda bûne.
Dema ku hemû xemên bikarhêneran ku çawa ev app di telefona wan de kar dike çareser bibin wê demê misogerî pêk dêt. Pêwîs app vekirî be ji bo kar bike- tu dikarî appên din di telefona xwe de bi kar bînî, lê pêwîste COVIDSafe vekirî bimîne ku li der û doranî.
Hin pispor behsa hin xemên bi COVIDSafe de girêdayî de dikin, ku mumkîne hin caran iPhone raweste . Dema wuzeya iPhone nizim bibe, yan dema du appa cûda Bluetooth bi kar wînin, pêkane COVIDSafe raweste.
Ta nuha, hukmetê şîretên nakokî derbarî çawa bikarhêner appê bi kar binin belav kiriye. Ta nuha, malpera hukûmetê ya ji bikarhênerên iOS re şîret dike ku heke appa wan di 24 demjimêrên dawîn de kar nekiriye, dê di derheqê çareserkirina pirsgirêkê de agahdariyeke bi fermi ji wan re bêt.
Van pirsgirêkana ji bo bikarhênerên appê pirsgirêkên ewlehiyê peyda nakin, lê dibe ku ew bandor be eger çareser nebêt. Careke din, pispor banga serbestkirina koda iOS-ê dikin da ku ew bikaribin li pirsgirêkên performensê binihêrin û çareseriyên gengaz pêşniyar bikin.
Ma pisporên ewlehiyê hîn xemên derbarî appa COVIDSafe hene?
Pisporên ewlehiyê hîn xemên derbarî appa COVIDSafe de hene. Lê ger ew xemên ewlehiyê li pêşiya te bûne astenge ji bo barkirin appê, pisport dibêjin ew li ser rewşa te dimîne. Çima.
Hefteya derbas bûyî, berî belavkirina appê, The Feed bi pisporê nepenîtiyê Profesor Dali Kaafar, ku Rêvebirê Kargeriya Ewlehiya Optus yê Zanîngeha Macquarie ye.
Profesor Kaafar hûrguliyên nepenîtiya appa wek COVIDSafe ve hatî raber kirin, ku pir ji wan îro hîn pêşkşe appê dikin .
Ji dema ragihandina appê de, pisporên din yên nepenî yên wekî Alîkara Profesora ANU Vanessa Teague agahdariya din xoya kirin . Mînakek, firoşgehên app (app stores) li Australya û modela têlefonên cûda û cîhazên ku ew pê re grêdayî ne, dikare bighêja her kesê ku têlefon û zanebûna teknîkî heye bike.
“Tev ku dibe bê ziyan be jî, modela têlefona te dikare agahdariya berbiçav eşkere bike,” Teagie û hevalên wê di blogeke roja Duşemê de nivîsîn.
"Her çende ji bo pêşniyarkirina nasnameyeke taybet pir ne bi sûd be jî, di piştrastkirin yan redkirina teoriyek ya ku bi kesekî taybetî re hevdîtin pêk anîne pir bi nirx be."
Profesor Kaafar di heman demê de di xema ku desthilatiya navendî ji agahdariya bikarhênerekî bêtir agahdariyan werbigire. Wekî ku Kaafar diyar kir, heke Mirov A bi vîrosa korona be û raziye zanyariyên bên dayîn, ew dikarin eşkere bikin ku di demên dawî de Mirov B û Mirov C bi hev û din re bûn. Desthilatiya navendî nuha zane ku Mirov B û Mirov C li nik hev bûn, lê ew herdu kesana nedizanin ku zanyariyên derbarî wan hatine parevekirin.
“Dibe ku ev zanyarî ne hesas bin bo gelek kesan, lê divê ji bo hinan girîng be. Mînak, du siyasetvan ji du partiyên siyasiye cûda, ya rojnamevanek û siyasetvaneke di kombûnekê de beşdar dibin.”
Profisor Kaafar dibêje gelek pirsgirêkên taybet dikarin bi awayekî ji awayan çareser bibin eger guhertinên biçûk di appê de pêk bên .
Profisor Kaafar ji The Feed re got, ta ku ev guhertinana cîh negirin ew bixwe appê barnake, lê ew nedizane şîreta wî bo Australiyan çiye.
“Nedizanim eger pêşniyar bikim yan na, ya rast ez nedizanim—ez vê pirsê bi yeke dijwar dibînim,” wî got.
“Ez nikarim pêşniyazekê li vir bidim, lê ezê danişim û çaverê bikim. Di warê teknolojî û qanûnî de bêtir zelalî divên."
Should I install COVIDSafe?
Encam çiye. Appa COVIDSafe ji bo sedemeke lezgîn pêk hat: em di nav pandemîkekê de ne. Ger em dixwazin dîsa dest bi vekirina civakê bikin, naskirina kesên ku bi dozên COVID-19 ketî divêt werin naskirin.
Ger bi tevahî Australî vê appê barbikin û bi awayekî rast bi kar bînin, mumkîn ku alîkariyê bike. Lê ji bo ku app bi bandor be, hukemet dibêje pêwîste 40 ji sedî ji Australiyan appê barbikin, ger ne zêdetir. Hewcedariya bi nêzika 10 mîlyon kes heye; ji êvarê Duşem e de, nêzika du milyon kesî app bar kiriye.
Barkirina appê li ser dimîne, û Profisor Kaafar dibêje ew tiştekû şexsiye.
“Tiştê ku min di vê nîqaşê de aciz dike ev e ku di navbera 'alîkariya mirov' û 'nepenîtiyê' de," wî got. "Ev bi rastî pir xirab e ku mirov vê yekê bike wekî ku mirovên xwedan taybetmendiyê dikin xweparêz, dema ku yên din baş in."
David Vale berpirsiyarê parastina daneyan û çavdêriyan ji bo parastina Teknolojî, Parêzerî û Nûbûn li zanîngeha UNSW e. Wî got: "Di prensîbê de tiştek wusa heye ku mirov dikare agahdariyên navendî biafirîne, li gorî reformên dadrêsî û teknîkî yên ji bo parastinê. Heke hûn di dawiyê de biryar didin ku COVIDSafe ji bo we nuha ne rast e, ji bîr mekin heye ku meriv vê appê nûve bike û baştir bibe dikare gelek tişt biguhezîne.”
Heke hûn di dawiyê de biryar didin ku COVIDSafe ji bo we ne rast e, ji bîr mekin ku ji ber ku appa nûvekirine û hêviya başkirinê heye ku tişt werin guhertin. Em dê we agahdr gihêlin.
Xelkê li Australya divê mîtro û nîvekê (1.5) ji hev dûr bin ji xeyncî endamên malbata te.
Eger tu bawer dikî te vîrosa korona girtiye, telefone doxtorê xwe bike (meçe wir) yan pêwindiyê bi Agahdariya Tenduristiya Vîrosa Korona ya netewî bike li ser 1800 020 080.
Eger te pirsgirêkên kişandina nefesê hene yan rastî dijwariyên tenduristî dibî telefone xeta lezgîn 000 bike. SBS agahdariyên ji bo Civakên pirçand e li Australya derbarî geşedanên herî dawî sebaret bi Vîrosa Korona dide.