Ma te pêdivî bi rûdankê heye ji bo xweparastina ji vîrosakorona?

Me ji pisporan pirs kir gelo bikaranîna rûdankê dê bi rastî alîkariya parastina ji vîrosakorona bike.

People wear face masks while walking through Sydney

Source: AAP

Di navbera metirsiya agirê daristanan û vîrosakorona de Australya rastî kêmbûnên rûdankan dibe.

Di destpêka vê hefteyê de, serokê Karmendên Lêkolînên Giştî yê Royal Australian College of General Practitioners (RACGP) ragihand ku pijîjkên gîştî bi lezgînî hewcedariya wan bi destxistina rûdankan heye, ku hukmetê di heman demê de milyonek rûdank ji depoya bijîjkî ya niştimanî belav kirin.

Ew rûdankana dê li pijîjikên gîştî  û dermanxaneyan li deverên ku agirê daristanan lê hebû belave bibin.

Di rastiyê de, heke hûn hewl didin ku xwe ji vîrosakorona biparêzin, dibe ku hûn qet hewcedarê rûdankan nebin.
Pêwistiya kê a niha bi bikaranîna rûdankê heye?

A niha pisport didin zanîn ku tenê yên bi nîşanên vîrosakorona hest dikin bikar bînin.

Eger tu di van 14 rojên dawîn de çûye Çînê û bi tengehenasiyê hest dikî rûdankê bi kar bîne û serî li pijîjikê xwe yê malbatî xîne.

Ji bo hemû kesên din, pispor dibêjin hewcedariyake bi lez bo bikaranîna rûdankê nîne.

“Şîret ew e ku, bi şêweyeke gelemper ku tu li taxê dimeşiye hewce nake tu rûdankê bikar wînî. Tenê ew kesên ku bandora vîrosê li wan bûye bila bi kar wînin  - û yên di van 14 rojan de serdana Çînê kirine bila bi kar bînin,” got berpirsiyarê pijîjikî yê Austuralya Brendan Murphy.

Kîjan cûreyên rûdankan bi rastî alîkariya parastina vîrosakorona dikin?

Heke hûn li rûdankekê digerin bo bikirin, misoger bike ku yeke ewle ye û bo we ya rast e.

Herdu rûdankên P2  (her weha wekî maskên N95 tê zanîn) jî dê bibin, her çende ku rûdanka M2 ji bo wecihê te munasibtire.

Heke tu li rûdankek bo paqijkirina dûmana agirê daristan digerî, wê demê pêdiviya te bi rûdanka P2 heye.
Çêtirîn awayê xweparstina ji belavbûna vîrosakorona çiye?

Pêşniyazên herî dawîn xwe ji vîrosakorona biparêzî di malpera Wezareta Tendirûstiyê de heye.

Wezaret pêşniyaz dike ku destên xwe gelek caran bişoyî, dema dibênijî yan dikuxwî destê xwe bi ser devê xwe de, û nêzikî lawirên jakaw nebî.

“Eger tu dikuxî di enîşka xwe de bikux yan destê xwe bi ser devê xwe de û tekîd bike ku tu destê xwe jî bişoyî,” Dr Nespolon ji The Feed re got.

Ya herî dawîn di kêmbûna rûdankan de çi ye?

Dr Nespolon got hukmetê milyonek rûdank dan şûnên pijîjkî yên taybet, û bi vê dayînê divê kêmbûn çareser bibe.

"Pêwîste ku em wê di perspektîfê de hinekî bihêlin," wî got. "Em li ser bi hezaran kesên ku dê pêkanînên gelemperî destnîşan bikin nakin, ew ê bi sedan be û ne bi dehan be. Ji ber vê yekê dê mîlyonek rûdank ewlehiyê peyda bikin."


Share
Published 30 January 2020 7:34pm
Updated 3 April 2020 4:47pm
By Sam Langford
Presented by Mayada Kordy Khalil


Share this with family and friends