La Niña tê wateya jimara polenê bilind e: Cûdahiya di navbera taya tozkulîlk û COVID zanibin

Hin nîşanên COVID-19 bi taya tozê (hay fever) re ku ji hêla alerjiyên wekî tozkulîlk (pollen) û tozên din ve têne çêkirin re tevlihev dibin. Pisporên tenduristiyê şîretê li niştecihan dikin ku hişyar bin ji ber ku polên (tozkulîlk) di navbera Cotmeh û Kanûnê de bilind dibe.

woman has running nose

Health experts say knowing the difference between hay fever and COVID is important during a pollen season. Credit: PonyWang/Getty Images

Key Points
  • Australia has declared a third La Niña event
  • Hay fever or allergic rhinitis affects nearly one in five Australians every year
  • If left untreated, hay fever can cause permanent deformities
Niştecîhê Victoria, Noriko Clark, di dema biharê de pir caran dipişkê, çilim ji pozê tê û çavên wê dixurin.

Ew her gava ku ew van nîşanan dibîne têst antîjin ya bilez çê dike, ji ber ku ew bi COVID-19 re tê têkelkirin.

"Gava ku ez di qirika xwe de nerihetim yan westiyayî hest dikim, bi gelemperî taya tozgulîkan e. Lê ez xwe tavilê xwe têst dikim," Xatûn Clark ji SBS re dibêje.

Li gorî Wezareta Tenduristî û Lênerîna Ixtiyaran ya Australya, nîşanên hevpar yên di navbera COVID û taya gulîlkan de heye, kuxîn, pişikîn, çilim ji poz, êşa qirikê, hestê westabûnê yan qelsbûnê, serêş û windabûna tamê yan bêhnê hene.

COVID yan taya tozgulîkan?

Doktorê giştî yê Sydney Dr Jason Yu dibêje di navbera nîşanên taya tozgulîlkan û COVID de "bi gelemperî pir wekhevî" heye, û zanîna cûdahiyê girîng e.

"Tevî ku navê wê pêşniyar dike, taya gulîlkan tayê peyda nake û bi gelemperî bi êşa masûlk û laş re têkildar nabe," Dr Yu diyar dike.

"Bi taya gulîlkan re, nerehetî di qirikê de bi gelemperî acizîyek e ne êşek e."

Nîşanên din yên taya gulîlkan dibe ku ev bin:
  • xewa qutkirî
  • di nava rojê de westiyayî hest dikî
  • zehmetiya terkîzkirinê
  • serêş gelek caran
  • êşa qirikê
  • deng ketin
  • êşa rû yan zext
  • kêmbûna bîhnê
  • enfeksiyonên sinus yên pir caran di mezinan de
  • di zarokan de enfeksiyonên guh çê dibe
Jason Retouched.jpeg
Dr Jason Yu suffers from moderate hay fever himself, and knows the struggles of the condition all to well Credit: Jason Yu
Dr Yu dibêje ji niştecîhan re tê şîret kirin ku bişopînin ka nîşanên wan çawa pêşve diçin.

"Taya toza gulîlkan hinekî kronîktir dibe. Ji ber vê yekê ew tên û diçin," ew dibêje.

"Rojên we yên baş û xerab hene. Dibe ku hûn rojekê nîşanan bibînin, lê roja din nebînin, yan ew piştî nîvro biçe yan xirabtir bibe - wê demê îhtîmal e ku ew bibe taya toza gulîlkan. Lê heke nîşanên we herku çûn xirabtir bûn, wê demê dibe ku hûn di têsta COVID dê de bifikirin," Dr Yu diyar dike.
Ger bi gumanî, her gav têsta COVID bike
Niştecîh dikarin nîşanên xwe bi bikaranîna kontrolkirina malpera rasterast ya tenduristiya ji hêla hukumetê ve hatî fînanskirin kontrol bikin.
coronavirus-covid-19-identifying-the-symptoms_0.jpg
The difference between COVID-19, flu, cold and allergy symptoms. Credit: Department of Health

Taya tozgulîlkan û antîhîstemîn

Taya tozgulîlkan û antîhîstemîn

Taya tozgulîlkan û alerjiyên din, yên wekî çerm sorbûn, çavkulbûn û eczema, bi gelemperî antîhîstemîn bi kar bîne.

Lê Dr Yu dibêje antîhîstemîn li ser hemî alerjiyan kar nakin, di nav de girtina pozê ji taya tozgulîlkan.

"Kesên ku pozê wan bi giranî ji ber taya tozgulîlkan hatiye girtin divê li dermankirineke din bigerin, û dêûbav divê tavilê bi bijîşk bişêwirin heke zarokê wan ji ber vê rewşê nefesa xwe di devê xwe re digire," ew dibêje.

"Ew dikare bibe sedema teşwîha rû, û heke hûn zû neyên dermankirin, berî balixbûnê, ew teşwh dikare daîmî bimîne," Dr Yu zêde dike.

La Niña wateya bêtir tozgulîlk

Li Australya sêyemîn çalakiya La Niña li pey hev hate ragihandin.

Bûyereke hewayê îhtîmal e ku baranê zêde bike û bibe sedema zêdebûna hilberîna tozgulîlkê.

Pisporên tenduristiyê ji niştecîhan re şîret dikin ku ji birûska asmayê jî hişyar bin.

Ew ji ber tevliheviyeke bêhempa ya astên bilind yên tozgulîlkan li hewa û bûyereke taybet ya birûskê pêk tê.

Tozgulîlk di nav ewrekî birûskê de tê kişandin, avê dikişîne, ji nişka ve vedibe û ji hêla bayî ve tê hilanîn.
Dr Yu dibêje lixwekirina maskê di demsaleke tozgul de dikare bi bandor be.

"Maskeke rûyê dikare ji we re parastina ducarî li dijî COVID û taya tozgulîlkan bide," wî zêde kir.

Ew şîretê li niştecîhên xwedan nîşanên taya sivik û giran dike ku têstên alerjîyê bikin, li dermankirinê bigerin û ji tiştê ku alerjiyan peyda dike dûr bikevin.

SBS pabend e ku hemî nûvekirinên COVID-19 ji civakên pirçand û pirziman yên li Australya peyda bike. Ewle bimînin û bi serdana malperê agahdar bibin 

Share
Published 22 October 2022 2:42pm
By Yumi Oba
Presented by Mayada Kordy Khalil
Source: SBS


Share this with family and friends