Çawa di hilbijartinên federal de deng bidî

Di roja hilbijartinê de Komîsyona Hilbijartinê ya Australya (Australian Electoral Commission) pêşbînî dike ku her demjimêrekê mîlyonek dengdêr bi rêya navendên wan yên dengdanê li seranserê welêt beşdar bibin. Dengdan ji bo her kesê ku di lîsteya hilbijartinê de ye mecbûrî ye.

Xalên sereke

  • AEC amûran ji we re peyda dike da ku bibe alîkar ku hûn hilbijêr û navenda dengdana xwe bibînin
  • Gelek vebijarkên dengdanê berî û di roja hilbijartinê de hene
  • Agahiyên dengdanê bi gelek zimanan hene
  • AEC xizmetên wergerandina têlefonê pêşkêş dike ji bo ji we re bibe alîkar ku hûn dengê xwe bidin

Li Australya, saziyeke serbixwe heye ku sîstêma hilbijartinê birêve dibe. Komîsyona Hilbijartinê ya Australya (AEC) piştrast dike ku hemî hemwelatiyên qeydkirî xwedî şansin ku bibin alîkar da hukumeta federal ava bikin.


Cihê hilbijartina xwe nas bike


Li Australya 151 cihên hilbijartinê yên federal hene. AEC amûreke serhêl pêşkêş dike ji bo ku hûn zanibin hûn li kîjan cihê hilbijêrê dijîn. Serdana 


Herweha tu dikarî telefone 13 23 26 13 23 26 yan biçe 
Voting Centre
Voting Centre Source: AEC

Cihê dengdana xwe bibîne

AEC di roja hilbijartinê de bi hezaran cîhên  hene, li xwendegehan, navendên civakê, li dêr û cihên din, Jess Lilley, berdevka AEC-ê diyar dike.

"Hûn ê bikaribin taxa xwe û koda posteyê binivîsin, û amûra me dê ji we re bibe alîkar hûn bibînin ka berendamên we kî ne û hûn dikarin li ku derê dengê xwe bidin."
Rêya herî hêsan ya dengdanê ev e ku hûn roja hilbijartinê biçin cihê dengdana xwe ya herêmî. Hilbijartin roja Şemiyê pêk tên.

Tîmên mobîl herweha serdans dengdêrên li lênerîna niştecîh, civakên dûr, nexweşxane û zindanan jî dikin.

Dengdana bi zimanê xwe


Cihên dengdanê û malpera AEC bi gelek zimanan  talîmatan pêşkêş dikin.

Ger hewcedariya we bi alîkariyê hebe, destûr heye ku kesek bi we re hebe. Xizmeta wergêra têlefonê  jî heye ku ji we re bibe alîkar eger hûn bixwazibin dengê xwe bi zimanê xwe bidin.

Rêyên din ên dengdanê

Navendên dengdana pêşwext di hefteyên berî roja dengdanê de vedibin.

Wekî din, hûn dikarin daxwaza dengdan bi postê  li serhêlê bikin yan li ofîsên AEC dengê xwe bidin.

"Îsal ê bi rastî vekirî be, ji ber rewşên COVID," dibêje xatun Lilley. "Em ê vebijarka dengdana bi postê ji bo kesên ku nerihetin biçin cîhê dengdanê, yan li dûr dijîn yan kar dikin û hewce ne ku bigihîjin karên xwe em dengdana bi postê pêşkêşî dikin."

Yên ku ji ber COVID xwe îzol kirine dikarin sîstêma dengdana têlefonê ya AEC bikar bînin.

Xizmetên AEC dê di hefteyên piştî ragihandina hilbijartinê de peyda bibin.
Voting at Australian Federal Election
Remote Polling Source: AEC

Dengdana derveyî wîlayet û derveyî welêt

Heke hûn plan dikin hûn li derveyî wîlayeta xwe bin, hûn dikarin deng bi postê yan biçin navendeke dengdanê ya wîlayetê .

Ger hûn li derveyî welat bin jî hûn dikarin deng bidin. Formên ragihandinê  yên derveyî li ser malpera AEC, digel vebijarkên ji bo rewşên we yên kesane hene. Hin Komîsyonên Bilind yên Australya navendên dengdanê pêşkêş dikin.

Belavkirina agahdariyê Partiyên siyasî û kesên serbixwe gelek caran zanyariyên dengdanê li derveyî cihên dengdanê belav dikin. Nehêlin ku ew we bixapînin, dibêje analîstê hilbijartinê William Bowe.
Partî di roja hilbijartinê de kartên 'çawa deng bidin' li navendên dengdanê belav dikin ku pêşniyar dikin hûn kaxeza xwe bi şêweya ew dixwazin. Hûn ne mecbûr in bi wê şêweyê deng bidin. Ew tenê pêşniyare.
Ballot Paper
Ballot paper Source: AEC

Dengdana we

Hûn ê kaxezeke dengdanêye kesk û yek spî werbigirin.

Kaxeza kesk ya dengdanê

Kaxeza dengdanê ya kesk ji bo deng bidin berbijarkên di nav hilbijêrên we de ku beşdarî Encûmena Nûneran (Encûmena Jêrîn ya parlemanê) dibin. Di Encûmena Nûneran de 151 kursî hene ku nûnertiya her hilbijêran dikin.

Birêz Bowe dibêje: "Dema ku xelk bi gelemperî hilbijartinan di warê hilbijartina rêberê niştimanî de difikirin, serokê neteweyî dê bibe serokê partiyê ku herî zêde kursiyên parlemanê bi dest dixe, ji ber vê yekê hûn ê rasterast dengê xwe nedin wî rêberî."

              Partiya ku di Encûmena Jêrîn de herî zêde kursiyan bi dest xîne hukumetê ava dike.

Ji bo dengdana li ser kaxeza kesk, li kêleka berendamê xwe yê bijarte jimareya '1' deyne, li kêleka hilbijartina xwe ya duyemîn '2' binivîsin heta ku hemû tijî dibe.

Kaxeza spî ya dengdanê

Di dengdana kexeza spî de yek ji 76 kursiyên Senentê (Encûmena Jorîn) tê hilbijartin. Hûn ê deng bidin senetorekî ji wîlayet yan herêma xwe.

Dengdana ji bo Senetê hinekî cûda ye, birêz Bowe dibêje. Kaxezên dengdanê yên mezin dikarin tirsnak xuya bikin ji ber ku ew hemî berendamên wîlayeta we dihewîne.

"Lê dengdan dikare pir hêsan be. Du awayên ku hûn dikarin dengê xwe bidin hene. Navên li jor û li binê xetê hene. Li jor xetê ji bo her partiyekî yek heye. Awayê herî bilez û hêsan yê dengdanê ev e ku hûn şeş partiyên xwe yên bijarte hilbijêrin û wan li gorî daxwaza xwe ji yek heya şeş hejmar deynin. Eger taybetmendiya we li ser kîjan berendamên ku hûn dixwazin deng bidin wan, hûn dikarin li binê xetê gelek navên din jî deynin. Ger hûn dengê xwe li jêr xetê bidin, divê hûn herî kêm 12 navan hilbijêrin.”
Jimarkirina navan li gor daxwaza we armanc dike ku dengê we ber bi pêş bibe. Ji vê re ‘dengdana bijartî’ tê gotin.

Evan Ekin-Smyth, berdevkê AEC, dibêje: "Heke kesê ku we jimare yek daye wan û ji jimartinê derbikeve, wê demê dengê we dê biçe bijartiyê we yê duyem, û bi vî rengî, heya ku ew ji bo berendamekî were jimartin.
While queuing at your polling centre you might see a fundraising stall selling sausages in bread. This is fondly known as the ‘democracy sausage
While queuing at your polling centre you might see a fundraising stall selling sausages in bread. This is fondly known as the ‘democracy sausage Source: AAP Image/James Ross

Dengêna nefermî

Piştrast bikin ku rêwerzên dengdanê bi baldarî bişopînin. Ger kaxeza we ya dengdanê rast nehatibe temam kirin, dibe ‘dengê nefermî’ û di encama hilbijartinê de nayê hesibandin.

Ger hûn dengê xwe nedin ê çi bibe?

Dengdan mecbûr e. Sedemên derbasdar yên dengnedanê li gorî biryara AEC ye ku dê rewşên taybet yên we binirxîne. Ji bo nimûne, AEC fêm dike ku hin kesên ku li derveyî welat in, dibe ku nikaribin deng bidin.

Birêz Ekin-Smyth dibêje: "Ger kesekî qeydkirî deng nede, dibe ku ji wan re hişyariyek ne-dengdanê were şandin." "Ger sedemek we ya rast hebe, ew baş e. Hûn tenê ji me agahdar bikin. Wekî din, hûn cezayê $20 didin. Ger em bersivekê negirin, hûn dikarin bi cezayê $170 û lêçûnên dadgehê bidin.

Lê cezayê rastîn ewe ku hûn ji gotina xwe bêpar dimînin, ji ber vê yekê her gav hin lêkolînan bikin û di dengdanê de beşdar bibin. 


Tomara agahdariya dwerewîn li AEC


AEC serbixwe û bêalî ye, û pêvajoya hilbijartinê pir bi hêz e. AEC Tomara xwe ya  da destpêkirin da ku agahdariyên derewîn û xapînok di pêvajoya hilbijartina Australya de çareser bike.


Share
Published 10 May 2022 7:37pm
By Melissa Compagnoni
Presented by Mayada Kordy Khalil


Share this with family and friends