Dermanê parasîtemol yê zarokan nema tu bikaribî ji ser refik werbigirî û bikirî, divêt tu ji dermanxaneyê daxwaz bikî di encama kesên ku bi jimareke mezin dermanî dikirin de ev beryar hatiye girtin. Herweha kirîna dermanê bo asthma yek tenê ji bo her mirovekî heye, ku ew jî bi sînore.
Cîgirê serekê pizîşkî Paul Kelly piştî ku xelkê bê sînor dermanên girîng ji tirsa vîrosacorona dikirîn rewşeke kêmbûna dermanî peyda bû.
"Ji kerema xwe ji tiştê ku hûn hewce bêtir nekirin, çi dibe bila bibe û bi taybetî derman,” wî roja Pêncşemê ji rojnamevanan re li Canberra re got.
Hejmara bûyerên coronavirus li Australya gihîştiye 565, di nav de şeş kes mirin e.
Dr Kelly got piraniya mezin ji wan kesan yên ku li dervayê Australya bûn ku 100 kes ji wan bûyerên herêmî bûn.
Hejmara doza vîrosacorona li NSW 300 derbas kiriye, nêzikî 50 bûyerên ku bawer dikin ji herêmî hatine veguheztin.
Serokê Tenduristiya NSW Dr Kerry Chant roja Pêncşemê ji rojnamevanan re got 307 bûyerên piştrastkirî yên COVID-19 li wîlayetê hene, ku roja Çarşemê 267 doz bûn.
Ji vê hejmarê, nêzîkî 130 kes li derveyî welêt pêketin, di nav wan de yên ku ji Ewropa, Brîtanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka vegeriyane.
Hîn 70 doz e di bin lêkolînê de ne.

People in Sydney's CBD this week. Source: AAP
Dr Chand got niyeta pêşîn ya pêşîgirtina ji bo baştirkirina hemî dozên COVID-19 piştrastkirî ji ber ku doz zêde bûn hate paşve xistin.
“Têye piştrastkirin ku hemî dozên me yên sivikin ku nuha şeş nixweş di lênerîna tîndar ango intensive care de ne. Piraniya nexweşên me di nav civakê de têne binçavkirin û li mal têne binçavkirin, em tenê nexweşan qebûl dikin ku niha hewceya wan bi lênêrîna li nexweşxaneyê heye dikin,” Dr Chant got.
“"Em şopandin û bi tevahî bi hukmetê re kar dikin da ku xelk tiştê rast bikin."
Seroka NSW Gladys Berejiklian spasiya niştecîhên NSW kir ji ber rêzgirtina rêzikên civakî yên nû yên ji hevdûrketinê, ligel vê yekê sînorkirina civînên derveyî ji 500 kesan kêmtir û li hindir jî ji 100 kêmtir.
Wê got ku ew dê gelek ajansan bixe nav qada RFS - di nav de polîs, tenduristî, veguhastin û perwerde - da ku bersivên bi COVID-19 re berhev bikin.
"Tiştê ku hûn li vir dibînin hevgirtina bêkêmasî ya polîs, tenduristî, perwerde, veguhastin, û gelek saziyên din yên hukmetê ne ku bi hev re kar dikin da ku ewlehiya welatiyên me peyda bikin, di heman demê de agahdariyên girîng tên dayîn," Xatûn Berejiklian roja Pêncşemê ji rojnamevanan re got.
Hemî xwendegehên NSW dê vekirî bimîn lê dê komûna xwendekaran tune be, herweha beşdarbûna xwedekar û mamosteyên nixweş qedexeye. Şuştins destan dê bi rêkûpêk were bicîh anîn.
Xatûn Berejiklian dibêje ji bo girtina xwendegehan "bê sedem" tune, şîretên ji pisporên tenduristiyê ewin ku dive xwendegeh vekirî bimînin.
Splendor in the Grass, Groovin the Moo û Festîvala Fîliman ya Sydney di nav bûyerên ku ev hefte hatine betal kirin yan paşvexistin de ne.
Zanîngeh dersên rû bi rû radiwestîne û karsazî ji karanmendan daxwaz dikin ku neçin nivîsgehên xwe. Hejmarek ji xizmetên kenîse û mizgeftan jî hatine rawestandin.
Polîsên NSW, di heman demê de xebatên sererastkirina narkotîk û alkeholê li ser şîreta tenduristiyê radiwestînin.
Ji roja Sêşemê de, tenê mirovên ku van demên borî ji rêwîtiyê yan têkiliya kesên bi doza COVID-19 ketine kirine û di nav 14 rojan de nîşanên vîrosacorona heye dikarin fehsa vîrosê bikin.
Eger tu bawer dikî te ev vîros heye, telephone pizîşkê xwe bike, meçe nik pizîşk, yan pêwindiyê bi national Coronavirus Health Information Hotline li ser vê jimarê bike 1800 020 080.
Eger dijwarî di kişandina nefesê de heye telephone 000 bike.