Key Points
- Jinên ducanî dikarin di her wexta ducaniyê de vaksînlêdana COVID-19 werbigirin
- Dijeten (Antibodies ku bi vaksînlêdanê têne çêkirin dikarin ji hevalbiçûkê (placenta) derbas bibin û di çend mehên pêşîn de dergûş sûdê jê werbigire
- Rêjeya jiberçûnê di jinên ducanî yên bi COVID-19 de bilindtir bû: lêkolîneke Korî raber dike
Karmenda sektora giştî ya Canberra Annabel ev meha wexta wê ye.
Annabel bi heyecan e, lê ew ji girêbesta COVID-19 û bandora wê li ser zarokî di seranserê ducaniya xwe de bi xem bû.
Wê hemî tedbîrên ewlehiya COVID şopandin û her sê dozên pêşniyar kirî wergirtin da ku xwe biparêze.
Lê ji bo ramana bandorên vaksînlêdanê jî bi xeme.
Annabel ji SBS re dibêje, "Ez bi heman rengî ji bandorên nenas yên vaksînên COVID-19 bi xemim."
Wezareta Tenduristî û Lênerîna Temenên Australya dibêje vaksînlêdan ewle ne û ew şansê komplîkasyonên ducaniyê yên wekî zayîna pêşwext, bûyîna mirî û seqetiyên zikmakî zêde nakin.
Jinên ducanî yên ku ji bo COVID-19 têsta erênî dane xetera hin tevliheviyan heye
"Çêtirîn rê ji bo kêmkirina vê xetereyê ev e ku hûn bi vaksînên xwe yên COVID-19 re rojane bimînin," hat gotin.
Lêkolînên herî dawî çi nîşan didin?
Lêkolîneke Kenedî (Canada) ku meha borî di BMJ de hate weşandin piştrast kir ku vaksînlêdanên mRNA (Pfizer û Moderna) bi xetereke zêde ya jidayikbûna pêşdemî yan mirîbûn ve ne girêdayî ne.
Lêkolîn li ser bingeha 85,162 jidayikbûnên li Ontario di navbera 1 Gulan û 31 Kanûna 2021 de pêk hatiye.
Lêkolîneke din ya Kenedî û lêkolînkirî ya ku di 11ê Tebaxê de di The Lancet de hate weşandin destnîşan kir ku jinên ducanî yên vaksînkirî kêmtir xetera bûyereke tenduristî ya girîng (ya ku serdaneke lezgîn yan pejirandina nexweşxaneyê hewce dike) ji jinên vaksînkirî yên ne ducanî kêmtir bûn.
Lêkolîneke Israîlî ku di Tîrmehê de hate weşandin destnîşan kir ku jinên ducanî yên ku di sêmeha sêyemîn de bi vîrosacorona ketine, bi taybetî piştî 34 hefteyên ducaniyê, xetereke zêde ya zayîna pêşwext ji enfeksiyoneke COVID heye.
Lêkolîneke Korî dît ku rêjeya jiberbûnê di jinên ducanî yên bi COVID-19 de ji yên bêyî COVID-19 zêdetir bû.
Şîreta herî dawî li ser derziyên ji bo jinên ducanî çi ne?
Jinên ducanî dikarin di her wexta ducaniyê de derziya COVID-19 werbigirin.
Wezareta Tenduristî û Lênerîna Temenan dibêje metirsiya nexweşiya giran bi hejmara dozên vaksînkirî kêm dibe.
"Lêkolînên nû destnîşan kirin ku jinên ducanî yên ku sê dozên vaksînlêdanê wergirtine xwedî rêjeyên nizm yên COVID-19 yên giran yên bi vîrosa Omicron in," lêkolînê got.
Koma Şêwirmendiya Teknîkî ya Australya li ser Vaksnlêdanê (ATAGI) sê dozan ji bo jinên ducanî pêşniyar dike.
Doza çaremîn ji bo jinên ducanî yên 16 salî û mezintir ku xetereyên tenduristiyê yên zêde hene tê pêşniyar kirin.
Jinên ducanî yên 30 salî û mezintir mafdar in ku dozeke çaremîn werbigirin. Lê, ew têne teşwîq kirin e pêşî ku li ser hewcedariyên tenduristiya xwe û feydeyên dozê bi doktorê xwe bişêwirin.
Çawa bi agahdariyên çewt re mijûl dibin?
Bijîjka-jinkolojî li Melbourne Dr Nisha Khot şîret li niştecîhan dike ku ji lêgerîna agahdariya li ser Google dûr bikevin.
"Li ser înternetê gelek agahdariyên çewt yên vaksînlêdanê hene. Ji ber vê yekê rasterast biçin malpera beşê tenduristiyê ji bo agahdariya rastîn," dibêje Dr Khot.
Dr. Khot bi bihîstina hin agahdariyên ne dirust ku ji hêla nexweşên wê ve bi wê re hatine parve kirin şok bû. Mînak, hin nexweşan ragihandine ku vaksînlêdan bandorê li zayîna dayikan û zarokên wan yên nehatine dinê dike.
"Her dem ji bo agahdariya rastîn bi GP yan peydakirê lênerîna tenduristiyê re bipeyivin," Dr. Khot zêde dike.

Talk to you doctor, any concerns you have over COVID vaccination Credit: LumiNola/Getty Images
"Tevî ku hemî jinên ducanî dê ji doza çaremîn sûdê werbigirin, aniha, jinên ducanî yên ku xwedan faktorên xeternak yên wekî nixweşiya şekir û rewşên din yên bijîjkî ne, têne armanc kirin," ew diyar dike.
Wezareta Tenduristî û Lênerîna Temenan dibêje derbarê dozên çaremîn de di ducaniyê de pir agahdarî nînin, lê ti xemên ewlehiyê yên taybetî nînin.
Mîna her derziyê, bandorên alî yên vaksînlêdana COVID-19 jî hene. Ev bi gelemperî sivik û demkî ne. Hate dîtin ku jinên ducanî piştî vaksînlêdanê xwedî bandorên neyînî yên mîna jinên ne-ducanî ne
Feydeyên derziyên COVID-19 ji bo jidayik nebûyan
Wezareta Tenduristî û Lênerîna Temenan dibêje lêkolîn nîşan dide ku antîbodîz ku di dema ducaniyê de piştî wergirtina derziya COVID-19 hatine afirandin dikarin ji hevalbiçûkê derbas bibin.
"Ev di jinên ku doza xwe ya yekem di destpêka ducaniyê de wergirtine û berî ku zaro çêbibe bi tevahî hatine vaksînkirin," ew dibêje.
"Di çend mehên yekem yên jiyanê de dibe ku ev antîbodîz zaro li hember COVID-19 biparêze."
SBS pabend e ku hemî nûvekirinên COVID-19 ji civakên pirçand û pirziman yên li Australya re peyda bike. Ewle û agahdar bimînin bi serdana