- Victoria 1,488 dozên herêmî ye nû tomar dike
- NSW 813 dozên herêmî tomar dike
- ACT 52 dozên nû tomar dike
- Queensland di karantîna mal de du dozan tomar dike.
Victoria
Victoria bi 1,488 dozên COVID-19 û du mirinên herêmî rekordeke nû danî. Ev jimara dozên rojane ya herî bilind li wîlayetê ne. Heya nuha 429 kes li nexweşxaneyê bi COVID in, 97 li ICU û 54 jî li ser oksicînê ne.
Avahiyên bijîjkî yên pirjimar di nav pêvekên herî dawîn yên pileya 1 de ne . Ew cihên herêmî yên li Warrnambool, Shepparton, Gisborne, East Bendigo, Muckatah û Ballarat vedigirin.
Xaznedar Tim Pallas pakêteke piştgiriyê ya bi $196.6 mîlyonî ragihand ku dê dravdanên yek-dem bide karsaziyên bijarte, tevî bazirganên yekane, ji bo vegirtina qedexeyan ji 21ê Îlonê heya 4ê Cotmehê.
New South Wales
NSW 813 dozên herêmî û 10 mirin tomar kir.
Li nexweşxaneyên NSW 1,005 kes hene, 202 kes di lêniherîna tîndar de ne, ji wan 99 kes hewcedarî bi oksicînê hene.
Dr Jeremy McAnulty ji Tenduristiya NSW ji niştecîhan xwest ku fermanên tenduristiyê bişopînin û bi qaçaxî li malan kom nebin di dema Fînala Mezin ya Rugby League ya vê hefteyê ku roja Yekşemê li Brisbane li dar dikeve.
Di 24 demjimêrên dawîn li Australya
- ACT 52 dozên nû yên COVID-19 tomar kirin ku bi kêmanî 29 ji wan dema bi vîrosê di nav civakê de digeriyan.
- Karbidestên Queensland dibêjin herdu dozên nû di karantîna malê de ne. Ew du zarok in, û her du jî bi koma firokevaniya Brisbane ve girêdayî ne.
- Wezîra Tenduristiya Queensland Yvette D'Ath got dê li dora stadyûmê klînîkên vaksînlêdanê hebin ku sibê fînala mezin ya NRL li dar dikeve.

Source: SBS
Karantîn, rêwitî, klînîkên têstkirinêû peredana karesata pandemîkê
Pêdiviyên karantînê û têstkirina ji hêla hukumetên wîlayet û herêman ve têne bi rêve birin û sepandin:
Heke hûn dixwazin biçin dervayî welêt bigerin, hûn dikarin li ser înternêtê formê tijî bikin û daxwaza serbestberdanê bikin. Ji bo bêtir agahdarî li ser mercên derketina ji Australya. Ji bo firînên navneteweyî tedbîrên demkî hene ku ji hêla hukumetê ve bi rêkûpêk têne nirxandin û li ser malpera têne nûve kirin.
- Nûçe û agahdariyên bi 60 zimanî li bi dest xîne.
- Rêbernameyên têkildar ji bo dewlet yan herêma we: , , , , , , .
- Zanyarî derbarê COVID-19 bi zimanê te .
Serî li Xizmeta Ragihandina Tenduristiya Pirzimanî ya NSW ya wergerandinê bike: