Nûvekirinên COVID-19: Victoria sedî 70 ji vaksînlêdanê pêk tîne, NSW tedbîrên aborî ye din ê ragihîne

Ev nûvekirina we ya derbarê Vîrosakorona li Australya ji bo 21 Cotmeha 2021.

Melanie Brisbane-Schilling (left) and daughter Maddie are reunited after spending two months apart after Melanie to Melbourne from Sydney.

Melanie Brisbane-Schilling (left) and daughter Maddie are reunited after spending two months apart after Melanie to Melbourne from Sydney. Source: AAP Image/James Ross

  • Qedexeyên li Melbourne ji îşev11:59 tên rakirin
  • NSW dê ji bo karsaziyan bêtir piştgiriyê ragihîne
  • Queensland kampîna xwe ya herî mezin derbarê vaksînlêdanê 'Super Saturday' dest pê dike

Victoria

Victoria 2,232 enfeksiyonên nû yên COVID-19 û 12 mirin tomar kir.

 

Qedexeya şeşemîn li Melbourne dê ji îşev 23:59 bi fermî rabe.

 

Wîlayet dê ji hefteya lipêş de karantîna li mal ji bo rêwiyên navneteweyî destpêbike.

 

Serokwezîr Scott Morrison daxuyakirin ku Victoria ji sedî 70 ji armanca vaksîlêdana ducarî derbas kiriye.

 

"Rêya herî dirê li Victoria derbas bûye û ew riya dirêj îşev dest bi vekirinê dike," wî got.

 

Victoria has recorded 2,232 new locally acquired COVID-19 infections and 12 deaths.

Melbourne’s sixth lockdown will officially lift from tonight 11:59PM.

Hevdîtina ji bo vaksînlêdanê li vir çê bike .

New South Wales

New South Wales 372 rewşên nû yên herêmî û mirinek tomar kir. Du rewşên din ji derveyî welêt hatine tomar kirin.

Hikûmeta wîlaytê dê di pilana vejîna aborî de bêtir piştgiriyê bide karsazan, piştî ku wê $530 mîlyon arîkariya darayî ji bo sektora geştiyarî û bûyeran ragihand.

Hemî niştecîhên NSW yên ji 18 salî mezintir mafdar in ku $50  ji bo li otêleke wîlayetê bimînin werbigirin.

Ji bo navendeke vaksînlêdanê ya nêzikî te serî 

Queensland

Queensland rewşeke herêmî tomar kir, ajokarek Uber ku di destpêka vê mehê de li Melbourne bû.

Seroka Tenduristiyê Jeanette Young got zilam, di 30 saliya xwe de, ew qas nexweş e ku rayedar di wergirtina agahiyan ji wî de di tengasiyê de ne.

Di heman demê de, berî vebûna wîlayetê di 17 -ê Kanûnê de, ew dê li 100 xwndegehan kampîna xwe ya herî mezin ya vaksînlêdanê, "Super Saturday" bi rê xe.

Ji bo navendeke vaksînlêdanê ya nêzikî te serî li 

ACT

ACT îro 28 rewşên nû tomar kirin. Li herêmê 425 rewşên çalak hene. Ji îşev, piştî derbasbûna qonaxa vaksînlêdanê ya ji sedî 80, dê bêtir qedexe bêne sivik kirin.

Hevdîtina ji bo vaksînlêdanê li vir çê bike .

Di 24 demjimêrên dawîn li Australya
  •  Tasmania vaksîlêdana ji sedî 70 derbas kir.
Karantîn, rêwitî, klînîkên têstkirinêû peredana karesata pandemîkê
Pêdiviyên karantînê û têstkirina ji hêla hukumetên wîlayet û herêman ve têne bi rêve birin û sepandin:

Heke hûn dixwazin biçin dervayî welêt bigerin, hûn dikarin  li ser înternêtê formê tijî bikin û daxwaza serbestberdanê bikin.  Ji bo bêtir agahdarî li ser mercên derketina ji Australya. Ji bo firînên navneteweyî tedbîrên demkî hene ku ji hêla hukumetê ve bi rêkûpêk têne nirxandin û li ser malpera  têne nûve kirin.




Serî li Xizmeta Ragihandina Tenduristiya Pirzimanî ya NSW ya wergerandinê bike:


Karantîn, rêwitî, klînîkên têstkirinêû peredana karesata pandemîkê
 
 

Agahdariyên peredana karesata Pandemîkê li wîlayet û herêma te:
 
 

Share
Published 21 October 2021 4:30pm
Updated 21 October 2021 4:37pm


Share this with family and friends