Nûjenkirina COVID-19: Li NSW hejmar zêde dibin û berbendkirinên tundtir pêk tên

Ev nûjenkirina derbarê vîrosakorona li Australya ji bo 29 Tîrmeha 2021.

A near empty Market Street is seen in the central business district in Sydney, Thursday, July 29, 2021. NSW recorded 236 new locally acquired cases of COVID-19 in the 24 hours to 8pm last night. (AAP Image/Mick Tsikas) NO ARCHIVING

A near empty Market Street is seen in the central business district in Sydney. Source: AAP Image/Mick Tsikas

  • NSW ji destpêka pandemiyê ûvir de hejmara herî zêde ya dozan tomar dike.
  • Victoria hîn jî yek ji doza vîrosakorona ya negirêdayî lêkolîn dike.
  • Başûrî Australya du dozên nû tomar dike.
  • Hefteyek din ya maskeyên mecbûrî ji bo Queensland.
New South Wales
NSW 239 dozên vîrosakorona yên nû tomar kir, di nav de du mirî – jineke di temenê nodîyan de û peyak di temenê heştêyan de, herdu jî ji başûr-rojavayî Sydney ne. Çavkaniya enfeksiyonê ya 126 dozan di bin lêpirsînê de ye û tenê 81 kes ji bo tevahiya serdema xwe ya enfeksiyonê dê di îzolkirinê de bin.

Seroka hukumeta NSW Gladys Berejiklian dibêje rûnitşvanên wan her heşt hukumetên herêmî Fairfield, Canterbury-Bankstown, Liverpool, Cumberland, Blacktown, Parramatta, Campbelltown û George's River, nabe ji pênc kilo metran ji mala xwe dûr bikevin.

Cezayên ji bo nebikaranîna maskan zêde dibin û ji $200 dibe $500. Ji sibe de, dê hêza zêdetir bo polîs were dayîn da ku karsazên bi berdewamî qanûnê binpê dikin ceza bikin.

Li vir qanûn û sînordariyên COVID-19 yên hatine guhertin bibînin 

Victoria
Wîlayetê şeş dozên nû yên herêmî tomar kirin. Hemî doz bi coreya Delta ya heyî ve girêdayî ne û di dema enfeksiyonê de di karantînê de bûn.

Rayedarên tenduristiyê hîn jî hewl didin ku çavkaniya dozeke nenas ya ku duh hate dîtin dişopînin.

Li vir guhertinên tedbîrên ewledar yên COVID -19 bibîn .

24 demjimêrên dawîn li seranserî Australya
  • Başûrî Australya du dozên nû yên herêmî tomar kirin, her du jî di karantînê de bûn di dema enfeksiyonê.
  • Rûniştvanên li 11 hukumetên herêmî yên li Başûr Rojhilatî Queensland dê hewce be ku hefteyek din maskan bikar bînin.

Karantîn, rêwitî, klînîkên têstkirinêû peredana karesata pandemîkê

Pêdiviyên karantînê û têstkirina ji hêla hukumetên wîlayet û herêman ve têne bi rêve birin û sepandin:

Heke hûn dixwazin biçin dervayî welêt bigerin, hûn dikarin  li ser înternêtê formê tijî bikin û daxwaza serbestberdanê bikin.  Ji bo bêtir agahdarî li ser mercên derketina ji Australya. Ji bo firînên navneteweyî tedbîrên demkî hene ku ji hêla hukumetê ve bi rêkûpêk têne nirxandin û li ser malpera  têne nûve kirin.

Serî li Xizmeta Ragihandina Tenduristiya Pirzimanî ya NSW ya wergerandinê bike:

Klînîkên têstlirinê li wîlayet û herêma te:

 
 
 


 

Agahdariyên peredana karesata Pandemîkê li wîlayet û herêma te:

 

 
 




 

 

 

 


Share
Published 29 July 2021 4:17pm
Updated 7 August 2021 1:12pm
By SBS/ALC Content
Source: SBS


Share this with family and friends