- NSW ji bo civakên Resen li seranserê wîlayetê kampîna vaksînlêdana COVID-ê bi rê dixe.
- Veguhestina giştî ya navenda Melbourne şeş demjimêran rawestiya
- Yekem dozên vaksînaa Moderna gihîşt Australya
- Queensland digihîje qonaxeke ji sedî 40 bi tevahî vaksîn bûne
New South Wales
NSW 1,331 rewşên herêmî û şeş mirin tomar kirin. Heya nuha 1,219 rewşên COVID-19 ketine nexweşxaneyê.
Dr Jeremy McAnulty ji Tenduristiya NSW ragihand ku ji sedî 81.2 ji niştecihên guncaw dozeke vaksînlêdanê wergirtine, û ji sedî 50.6 bi tevahî vaksîn bûne.
Tenduristiya New South Wales vê dawiya hefteyê ji bo civakên Resen li seranserê wîlayetê kampîna vaksînlêdana COVID bi rê xist. Klînîk vaksînên Pfizer didin xelkê Resen yên ji 12 salî û mezintir.
Victoria
Victoria 535 rewşên nû yê herêmî û mirîyek tomar kir. Ji wan, 62 heya niha bi doz û derketinên naskirî ve hatine girêdan.
Veguhestina giştî ya navenda Melbourne CBD şeş demjimêran tê sekinandin bi mebesta têkbirina xwenîşandanên dijî-qedexeyên plansazkirî. Beşê Veguhestina Victoria hişyar kir ku tenê karkerên bingehîn û kesên ku beşdarî serlêdanên vaksînlêdanê dibin dikarin biçin navenda bajêr CBD.
Di 24 demjimêrên dawîn li Australya de
ACT 15 rewşên nû tomar kirin, bi kêmanî heft ji wan demekê di civakê de bûn.
Queensland gihîştiye qonaxeke vaksînlêdanê ku ji sedî 40.54 ji niştecîhên guncaw niha bi tevahî vaksînkirîne.
Yekem barê vaksîna Moderna gihîşt Australya, ku tê payîn mîlyonek vaksîn ji dawiya vê hefteyê bighêjin welêt.
Karantîn, rêwitî, klînîkên têstkirinêû peredana karesata pandemîkê
Pêdiviyên karantînê û têstkirina ji hêla hukumetên wîlayet û herêman ve têne bi rêve birin û sepandin:
Heke hûn dixwazin biçin dervayî welêt bigerin, hûn dikarin li ser înternêtê formê tijî bikin û daxwaza serbestberdanê bikin. Ji bo bêtir agahdarî li ser mercên derketina ji Australya. Ji bo firînên navneteweyî tedbîrên demkî hene ku ji hêla hukumetê ve bi rêkûpêk têne nirxandin û li ser malpera têne nûve kirin.
- Nûçe û agahdariyên bi 60 zimanî li bi dest xîne.
- Rêbernameyên têkildar ji bo dewlet yan herêma we: , , , , , , .
- Zanyarî derbarê COVID-19 bi zimanê te .
Serî li Xizmeta Ragihandina Tenduristiya Pirzimanî ya NSW ya wergerandinê bike: