Nûjenkirina COVID-19: NSW di 24 demjimêrên dawîn de pênc mirin û 319 dozên herêmî tomar dike, Victoria 29 dozên herêmî radigihîne, hemî di civakê de dema bi enfeksyonê

Ev nûjenkirina derbarê vîrosakorona li Australya ji bo 7 Tebaxa 2021.

NSW Health workers outside an apartment block on Campbell Street in Liverpool, after fourteen cases of COVID-19 were confirmed in the building, August 7, 2021.

NSW Health workers outside an apartment block on Campbell Street in Liverpool, after fourteen cases of COVID-19 were confirmed in the building, August 7, 2021. Source: AAP/Bianca De Marchi

  • Navçeya Hikûmeta Herêmî ya Armidale li NSW dê îro ji demjimêr 5 danê êvarê bikeve nav berbendkirina heft-rojan
  • Hejmara cihên pêketî li seranserê Victoria her ku diçe zêde dibe
  • Rûniştvanên Queensland divê heya Yekşemê li bendê bin da ku bizanibin berbendkirin kuta dibe yan na

New South Wales

Krîza COVID-19 ya New South Wales piştî tomarkirina 319 dozên nû, bi kêmanî 51 ji wan di nav civakê de dema bi enfekisyonê bûn. 210 ji 319 dozan li başûr-rojavayê Sydney ne.

Desthelatdarên NSW herweha pênc mirinên din ragihandin. Her pênc kes vaksînnekirî bûn.

Navçeya hukumeta herêmî ya Armidale li NSW-ya herêmî dê ji îroj demjimêr 5ê êvarê heya 12:01 danê sibeha Yekşemê, 15-ê Tebaxê bikeve nav hefteyek berbendkirin.

Li vir lîsteya klînîkên vaksînlêdanê bibînin .

Victoria

Victoria 29 dozên nû yên COVID-19 tomar kir, tu kes ji wan dema bi enfekisyonê ne di karantînê de bûn. Hemî doz bi pêketiyên heyî ve girêdayî ne.

Desthelatdarên tenduristiyê hişyarî dan ku dibe hejmara cihên pêkeî li wîlayetê zêde bibin. Çar xwendegeh li Melbourne nuha bi dozên erênî ve têne girêdan.

Lîsteya cihên pêketî li vir bibînin .

Queensland

Queensland 13 dozên nû yên herêmî tomar kir, hemî bi koma heyî ya Indooroopilly ve girêdayî ne. Hejmara dozên çalak yên li Queensland 144 e.

Serfermandara Giştî ya Tenduristiyê Jeannette Young got ku ew dê heya Yekşemiyê li bendê bimîne da ku hejmarên rojê bibîne, berî ku biryara dawî anîna berbendkirina başûr-rojhilat ku wekî hatî plankirin rabe, demjimêr 4 êvarê roja Yekşemê.
Karantîn, rêwitî, klînîkên têstkirinêû peredana karesata pandemîkê

Pêdiviyên karantînê û têstkirina ji hêla hukumetên wîlayet û herêman ve têne bi rêve birin û sepandin:

Heke hûn dixwazin biçin dervayî welêt bigerin, hûn dikarin  li ser înternêtê formê tijî bikin û daxwaza serbestberdanê bikin.  Ji bo bêtir agahdarî li ser mercên derketina ji Australya. Ji bo firînên navneteweyî tedbîrên demkî hene ku ji hêla hukumetê ve bi rêkûpêk têne nirxandin û li ser malpera  têne nûve kirin.



Serî li Xizmeta Ragihandina Tenduristiya Pirzimanî ya NSW ya wergerandinê bike:


Klînîkên têstlirinê li wîlayet û herêma te:   

 
 

Agahdariyên peredana karesata Pandemîkê li wîlayet û herêma te:

 
 
 

 

 

 

 


Share
Published 7 August 2021 2:20pm
Updated 7 August 2021 2:30pm
By SBS/ALC Content
Source: SBS


Share this with family and friends