Nûvekirina COVID-19: Dozên NSW 1000 derbas kir, bêtir azadî ji bo niştecîhên vaksînkirî tê ragihandin

Ev nûjenkirin derbarê vîrosakorona li Australya ji bo 26 Tebaxa 2021.

Members of the public wear face masks as they exercise in Sydney, Thursday, August 26, 2021.

Members of the public wear face masks as they exercise in Sydney, Thursday, August 26, 2021. Source: AAP Image/Bianca De March

  • Girtina li NSW -ya herêmî heya 10 Îlonê hate dirêjkirin
  • Victoria 25,000 derziyên Pfizer werdigire

  • Alîkariyên piştgiriya karsaziyên li ACT vedibe
  • Queensland dê li nêzîkê Toowoomba avahiyeke karantînê ava bike

New South Wales
NSW 1,029 dozên nû yên herêmî tomar kir, bi kêmanî 37 di nav civatê de dema enfekisyonê. Sê kesên ne vaksîkirî jiyan ji dest dan.

Seroka NSW Gladys Berejiklian ragihand ku ji 13 Îlonê de dê azadiyên zêdetir ji bo niştecîhên ku bi tevahî vaksîn bûne hebin:

  • Kesên li derveyî herêmên rêveberiyên herêmî yên eleqedar dijîn, wê karibin bi komên ji pênc kesan, bi pênc kîlometran dûrî mal, li derve bicivin.

  • Malbatên di nav navçêyên rêveberiyên herêmî  yên fikarê de dê bikaribin li derve kom bibin, lê divê li gorî qanûnên qedexeya derketina derve û sînorên werzîşê yên heyî bişopînin.
Îro hevdîtina xwe ya vaksînkirinê bike . .

Victoria
Victoria 80 dozên nû yên herêmî tomar kir, digel 41 dozên ku di nav civakê de bi enfekisyon bûn.

Kesên ji 40 salî biçûktir, ku hevdîtina AstraZeneca hene, nuha dê otomatiîkî vaksîna Pfizer COVID-19 werbigirin ji ber ku 25,000 derziyên Pfizer gihîştin Victoria, Fermandarê COVID Jeroen Weimar got.

Zanyariyê zêde .

Australian Capital Territory
The ACT has recorded 14 new locally acquired cases bringing the total number of active cases to 190.

Canberra businesses impacted by the lockdown can now  of up to $10,000 for employing companies and up to $4,000 for non-employing businesses. 

ACT 14 dozên nû yên herêmî tomar kir û jimara giştî ya dozên çalak gihand 190.

Karsaziyên Canberra yên ku di encama girtinê de bandor bûne dikarin nuha arîkariya heta $10,000 ji bo karsaziyên bikarker û heta $4,000 ji bo karsaziyên ne-bikarker daxwaz bikin.

Ji bo kontrolkirina guncaniya xwe bo vaksîna COVID-19 vir bitikîne .  

Di 24 demjimêrên dawîn li seranserî Australya
  • Queensland, li Balafirgeha Wellcamp ya nêzikî Toowoomba avahiyeke karantîna herêmî ya taybet ava bike.
  • Hemû zarokên li Herêma Bakur yên temen 12 salî û serve dikarin vaksîna Pfizer COVID-19 werbigirin.
Karantîn, rêwitî, klînîkên têstkirinêû peredana karesata pandemîkê
Pêdiviyên karantînê û têstkirina ji hêla hukumetên wîlayet û herêman ve têne bi rêve birin û sepandin:

Heke hûn dixwazin biçin dervayî welêt bigerin, hûn dikarin  li ser înternêtê formê tijî bikin û daxwaza serbestberdanê bikin.  Ji bo bêtir agahdarî li ser mercên derketina ji Australya. Ji bo firînên navneteweyî tedbîrên demkî hene ku ji hêla hukumetê ve bi rêkûpêk têne nirxandin û li ser malpera  têne nûve kirin.



Serî li Xizmeta Ragihandina Tenduristiya Pirzimanî ya NSW ya wergerandinê bike:


 Klînîkên têstlirinê li wîlayet û herêma te:   

 
 

Agahdariyên peredana karesata Pandemîkê li wîlayet û herêma te: 

 
 

Share
Published 26 August 2021 2:25pm
Updated 26 August 2021 2:32pm
By SBS/ALC Content
Source: SBS


Share this with family and friends