Nûragîhandina COVID-19: Dozên NSW zêde dibin, SA li ser rêya dawî li qedexeyan bîne

Ev nûragîhandina we ye derbarê vîrosakorona li Australya ji bo 24 Tîrmeha 2021.

Protesters march along Broadway and George St towards Sydney Town Hall during the ‘World Wide Rally For Freedom’ anti-lockdown rally at Hyde Park in Sydney, Saturday, July 24, 2021. (AAP Image/Mick Tsikas) NO ARCHIVING

Protesters march along Broadway during the World Wide Rally For Freedom anti-lockdown rally at Hyde Park in Sydney, Saturday, July 24, 2021. Source: AAP Image/Mick Tsikas

  • Dozên NSW zêde dibin.
  • Xwepêşandan li dijî berbendkirina bo korona li Sydney û Melbourne.
  • Victoria hemî NSW wekî "herêma tehlûke" ya COVID-19 îlan dike.
  • Başûrî Australya li ser rê ye ku berbendkirina bo korona ya hefteyekê kuta bike.

New South Wales

NSW 163 dozên nû yên herêmî tomar kir, hejmara herî zêde ya enfeksiyonên nû ya rojane ji meha Hezîranê ve ji dema ku Delta dest pê kir. Polîsê NSW ji ber binpêkirina fermanên tenduristiyê 246 cezayên diravîn dan kesan. Hejmara miriyan di encama Delta de gihîşt 6 kesan.

Ji bo du deverên herêmî yên li rojavayê Sydney, Cumberland û Blacktown berbendkirina tunditir pêk tê. Tenê karkerên bi destûr  dikarin ji van deveran derkevin.

Li vir lîsteya nûrahîhandî bibîne .

Victoria

Victoria 12 dozên nû yên herêmî tomar kir, du kes di dema bi enfeksiyonê di nav civakê de hebûn.

Berpirsê Sereke yê Tendirûstiyê Brett Sutton roja Înîyê ji bo hemî NSW daxuyaniya "herêma tehlûle" îlan kir, ku ji saet 11:59 bi bandor be

Li vir, cihên dozan di lîsteyê yan jî di nexşeyê de bibînin. Ev qedexeya heyî wê heta 27 'ê Tîrmehê roja Sêşemê saet 11:59 bidome.

Di 24 saetên dawî li seran serî Australya
  • Serokê wîlayeta Başûrî Australya (SA) Steven Marshall dibêje wîlayet li ser rê ye û dibe ku roja Sêşemê qedexe bi dawî bên û xwendegeh roja Çarşemê destpêbikin.
  • Serok Wezîr Scott Morrison nikare vaksînên Pfizer COVID-19 ji bo New South Wales tavilê zêde bike.
  • Bi hezaran xwepêşander berbendkirina COVID-19 binpê dikin û li Sydney û Melbourne civiyan.
COVID-19 Efsane ye:
Ciwanên tendurist bi COVID-19 nakin. Ew tenê zirarê dide mirovên pîr yên nexweş yan dikuje.

COVID-19 Rast e:
Vîros bandorê li mirovên pîr û yên nixweş bêtir dike, lê di heman demê de zirarê dide hin ciwanên tendurist jî.

Karantîn, rêwitî, klînîkên têstkirinê û peredana karesata pandemîkê

Pêdiviyên karantînê û têstkirinê ji hêla hukumetên wîlayet û herêman ve têne birêvebirin û sepandin:

Heke hûn dixwazin biçin dervayî welêt bigerin, hûn dikarin  li ser înternêtê formê tijî bikin û daxwaza serbestberdanê bikin.  Ji bo bêtir agahdarî li ser mercên derketina ji Australya. Ji bo firînên navneteweyî tedbîrên demkî hene ku ji hêla hukumetê ve bi rêkûpêk têne nirxandin û li ser malpera  têne nûve kirin.


Serî li Xizmeta Ragihandina Tenduristiya Pirzimanî ya NSW ya wergerandinê bike:


Klînîkên têstlirinê li wîlayet û herêma te:

 
 

Agahdariyên peredana karesata Pandemîkê li wîlayet û herêma te:

 
 
 

 

 

 


Share
Published 24 July 2021 4:10pm
Updated 24 July 2021 5:54pm
By SBS/ALC Content
Presented by Mayada Kordy Khalil
Source: SBS


Share this with family and friends