- Victoria balê dikişîne ser rêjeya vaksînlêdana seqetan
- NSW digihîje ji sedî 70 ji ya armanca her du vaksînlêdanan
- ACT di rê de ye ku bibe yek ji bajarên herî vaksînkirî li cîhanê
Victoria
Victoria 1,638 rewşên nû yên herêmî û du mirin tomar kirin.
Ji îro û pê ve, qadên herêma sor ku li New South Wales û ACT ne girtî ne ji nû ve wekî herêmên pirteqalî tên dabeşkirin û dihêle ku bi hezaran daniştvanên ji Victoria yên asê mane vegerin mal .
Ji sibe, 8 ê Cotmehê, mirovên astengdar dikarin bêyî çêkirina hevdîtinê li navendên vaksînlêdana wîlayetê vaksîn bibin. Wîlayet di heman demê de dê di qadên fikaran de deh navendên vaksînlêdanê yên ji bo astengdariyê hatine veqetandin bide destpêkirin.
Ji bo navendeke vaksînlêdanê ya nêzikî te serî li
New South Wales
NSW 587 rewşên nû yên herêmî û heyşt mirin tomar kirin.
Serokê hukumeta NSW Dominic Perrottet guhertin di plansaziya vekirina wîlayetê de ragihand piştî ku qonaxa vaksîlêdanê gihîşt ji sedî 70.
Ji Duşemê, 11ê Cotmehê, civînên hundurîn yên li mal dê bibin 10 mêvan (bilî zarokan) û civînên li derve dê ji 20an bibin 30î.
Jimara beşdarên libdawet û şîna miriyan yên li derve dê bibin 100 kesî. Hewzên hundur jî dê vebin.
Herêma Paytext ya Australya
Herêmê 41 dozên herêmî tomar kirin.
ACT bûye yekemîn dadweriya li welat ku kesên 12 salî û zêdetir ji sedî 96 vaksînlêdanê derbas dike.
Hevdîtina ji bo vaksînlêdanê li vir çê bike
Di 24 demjimêrên dawîn li Australya
- Queensland rojeke din ya veguheztina civakê ya sifir tomar dike.
Karantîn, rêwitî, klînîkên têstkirinêû peredana karesata pandemîkê
Pêdiviyên karantînê û têstkirina ji hêla hukumetên wîlayet û herêman ve têne bi rêve birin û sepandin:
Heke hûn dixwazin biçin dervayî welêt bigerin, hûn dikarin li ser înternêtê formê tijî bikin û daxwaza serbestberdanê bikin. Ji bo bêtir agahdarî li ser mercên derketina ji Australya. Ji bo firînên navneteweyî tedbîrên demkî hene ku ji hêla hukumetê ve bi rêkûpêk têne nirxandin û li ser malpera têne nûve kirin.
- Nûçe û agahdariyên bi 60 zimanî li bi dest xîne.
- Rêbernameyên têkildar ji bo dewlet yan herêma we: , , , , , , .
- Zanyarî derbarê COVID-19 bi zimanê te .
Serî li Xizmeta Ragihandina Tenduristiya Pirzimanî ya NSW ya wergerandinê bike: