- Zêdetir dever li NSW di bin berbendkirinên tund de ne
- Piştgiriyeke zêde ji bo karsaziyên Melbourne hate ragihandin
- ACT ji demjimêr 5 êvarî dikeve berbendkirinê
- Niştecêyên Başûrî Australya maf hene bi balafirê biçin Queensland
New South Wales
NSW 345 dozên nû yên herêmî tomar kirin, bi kêmanî 60 di nav civakê de di dema bi enfekisyon bûn. Du zilamên di 90 saliya xwe de ji ber COVID-19 mirin.
Bogan, Bourke, Brewarrina, Coonamble, Gilgandra, Narromine, Walgett û Warren şeva borîn deverên rêveberiya herêmî hatin zêdekirin .
Bayside, Burwood û Strathfield ji îroj 5î êvarê dest bi berbendkirinên zêde yên COVID-19 dikin, bi tevahî deverên rêveberiya herêmî yên berbendkirî li Sydney digihîje 12an.
Victoria
Victoria 21 dozên nû yên herêmî tomar kir, ku çar ji wê hejmarê bi koma naskirî girêdayî nînin. Şeş doz di dema bi enfekisyonê di nav civakê de bûn.
Wezîrê Kar, Nûbûn & Bazirganiyê Martin Pakula zêdetirî 100,000 karsaziyên metropola Melbourne ku ji hefteya duyemîn ya berbendkirinê bandor bûne, piştgiriyek zêde ragihand.
24 demjimêrên dawîn li seranserî Australya
- Herêma Paytext ya Australya di nav salekê de yekem doza herêmî ya COVID-19 tomar dike û diçe nav berbendkirinê.
- Queensland 10 dozên nû yên herêmî yên bi komeke naskirî ve girêdayî û dema bi enfeksiyonê karantînkirî bûn tomar dike.
- Seroka hukumeta QLD Palaszczuk dibêje niştecêyên Başûrî Australya maf hene bi balefirê werin Queensland û niştecîhan hişyar dike ku sînorê NSW derbas nekin.
Karantîn, rêwitî, klînîkên têstkirinêû peredana karesata pandemîkê
Pêdiviyên karantînê û têstkirina ji hêla hukumetên wîlayet û herêman ve têne bi rêve birin û sepandin:
Heke hûn dixwazin biçin dervayî welêt bigerin, hûn dikarin li ser înternêtê formê tijî bikin û daxwaza serbestberdanê bikin. Ji bo bêtir agahdarî li ser mercên derketina ji Australya. Ji bo firînên navneteweyî tedbîrên demkî hene ku ji hêla hukumetê ve bi rêkûpêk têne nirxandin û li ser malpera têne nûve kirin.
- Nûçe û agahdariyên bi 60 zimanî li bi dest xîne.
- Rêbernameyên têkildar ji bo dewlet yan herêma we: , , , , , , .
- Zanyarî derbarê COVID-19 bi zimanê te .
Serî li Xizmeta Ragihandina Tenduristiya Pirzimanî ya NSW ya wergerandinê bike:
Klînîkên têstlirinê li wîlayet û herêma te:
Agahdariyên peredana karesata Pandemîkê li wîlayet û herêma te: