- Li bakurê NSW, ji niştecîhên Grafton tê xwestin ku bêne têstkirin
- Victoria nuha 6,666 rewşên çalak hene
- ACT dikeve hefteya heftemîn ta qedexeyan
- Queensland rewşeke nû di karantîna li mal tomar dike
New South Wales
NSW 1,063 rewşên nû yên herêmî û şeş mirinan tomar dike.
Herêmên rêveberiya herêmî yên Orange û Glen Innes dê îro ji de ji qedexeyan derkevin, dema ku Narromine dê roja Şemiyê, 25ê Îlonê derkeve.
Parçeyên vîrosê di nimûneyên ji pîsavên Grafton li bakurê NSW, ku tê de rewşên naskirî tunenin, hatin dîtin.
Victoria
Victoria 766 rewşên nû yên herêmî tomar kir, jimara herî bilind cerku pandîmeyê dest pêkiriye. Çar kes mirine.
Zêdetirî 100,000 mamosteyên li wîlayetê, digel karmendên lênerîna zarokan, ji wan tê xwestin ku heya 18ê Cotmehê bi kêmanî yek doz vaksîn li xwexin û pêdivî ye ku heya 29ê Mijdarê bi tevahî bêne vakslînkirin, ji bilî kesên pirsgirêka bijîşkî hene.
Rûniştvanên ji Victoria ku li Sydney dimînin ku bi tevahî vaksîn bûne dikarin ji 30î Îonê de vegerin mal. Pêdivî ye ku têstên neyînî yên COVID-19 ne ji 72 demjimêran zêdetir kiribin û 14 rojan di xwe-îzolkirinê bin, ku ew dikare li mala xwe bikin.
Navendeke vaksînlêdanê li nêzikî xwe bibîn
Herêma Paytext ya Australya
Herêmê 16 rewşên nû yên herêmî tomar kirin, ku jimara dozên çalak digihêje 674.
Niştecîhên di navbera 12 û 59 salî de dikarin ji îro pê ve bi rêya dermanxaneya xwe ya herêmî vaksîna Moderna werbigirin.
24 demjimêrên dawîn li Australya
Wezîrê Tûrîzmê yê Federal Dan Tehan dibêje ku hukumet sîstêmên xwe amade dike, di nav de pasaportên vaksînlêdanê jî hene, da ku destûr bide rêwîtiya navneteweyî "herî dereng heya Krîsmes" bêyî karantîneke mecbûr ya otêlê.
Karantîn, rêwitî, klînîkên têstkirinêû peredana karesata pandemîkê
Pêdiviyên karantînê û têstkirina ji hêla hukumetên wîlayet û herêman ve têne bi rêve birin û sepandin:
Heke hûn dixwazin biçin dervayî welêt bigerin, hûn dikarin li ser înternêtê formê tijî bikin û daxwaza serbestberdanê bikin. Ji bo bêtir agahdarî li ser mercên derketina ji Australya. Ji bo firînên navneteweyî tedbîrên demkî hene ku ji hêla hukumetê ve bi rêkûpêk têne nirxandin û li ser malpera têne nûve kirin.
- Nûçe û agahdariyên bi 60 zimanî li bi dest xîne.
- Rêbernameyên têkildar ji bo dewlet yan herêma we: , , , , , , .
- Zanyarî derbarê COVID-19 bi zimanê te .
Serî li Xizmeta Ragihandina Tenduristiya Pirzimanî ya NSW ya wergerandinê bike: