Key Points
- Australia to rollout vaccines for vulnerable children under five on 5 September
- COVID can be nasty for some kids: experts
- Vaccines side effects are less common in children than adults
Di destpêka vê salê de, vaksînên COVID-19 ji hemî zarokên 5-11 salî re peyda bûn.
Dîsa jî, tenê ji sedî 40 ji 2.3 mîlyon zarokên bijartî yên di vê koma temenî de du dozên xwe yên pêşniyarkirî wergirtin.
Dr Brenden McMullan, Pisporê Nexweşiyên Enfeksiyonê yê Zarokan li Nexweşxaneya Zarokan ya Sydney, got dibe ku dêûbav ji ber bandorên vaksînlêdanê hinekî bi xemin û nebawer in ku pêwîstiya zarokên wan bi vaksînê hebe.
LISTEN TO

How safe are COVID-19 vaccines for children?
SBS English
14:21
Pisporê zarokan û Profesorê Hevkar Nick Wood got sedemên din yên li paş wernegirtina vaksînlêdanê hene, dibe ku lojîstîk be û mirov demê nabînin ku zarokên xwe bibin navendeke vaksînlêdanê.
"Dêûbavên zarokên şeş yan heft-salî yên ku COVID-19 girtibin dibe ku bifikirin ji ber ku enfeksiyon ne pir xirab bû, hewce nake ku lez bikin û vaksînlêdanê werbigirin, "Profesor Wood got.
"Pêşniyarek heye ku heke we COVID-19 hebe berî ku hûn vaksînê werbigirin bi kêmanî sê mehan li bendê bin. Ji ber vê yekê dibe ku ew bibe sedemeke din ji bo kêmbûna wergirtinê."
Ma hewcedariya zarokan bi vaksîna COVID-19 heye?
Her du pisporan gotin ku enfeksiyonên vîrosakorona ji bo pir zarokan sivik in, lê ji bo hin kesan, taybetî yên ku pirsgirêkên pijîjkî ye kronîk yên bingehîn hebin, COVID-19 dikare bi bandor be.
Profesor Wood got: "Hin zarok dikarin gelekî nexweş bikevin û hewce bi nexweşxaneyê hebe. Dibe ku hewcedariya wan bi alîkariya zêde mîna Oksîjîn yan şilavan hebe ji ber ku nefesa wan zêde ne baş e û vexwarina devkî (xwarin û vexwarin) kêm e," Profesor Wood got.
Wî got vaksînên COVID-19 zarokan ji nexweşiya giran diparêze.
Profesor Wood got, "Tevî ku we enfeksiyonek hebe jî, feydeyên enfeksiyonê û vaksînlêdanê hene. Bergiriya ku hûn digirin belkî berfirehtir e, û dibe ku we ji nûvegirtinê biparêze," Profesor Wood got.
Dr McMullan got kesên nevaksînekirî, di nav de zarok jî, pêketina vîrosakorona pêkan e.
"Di destpêka pandemiyê de, me meyla dîtina hin ciwanan li nexweşxaneyan bi nexweşiyên girantir dît. Niha, em zarokên piçûk li nexweşxaneyê dibînin," wî got.
Vaksîn çiqas ewle ne?
Pispor dibêjin ev vaksînana bi hûrgulî hatine lêkolîn kirin û ji bo bi mîlyonan zarok li seranserê cîhanê hatine rêve kirin.
Li Australya, ew ji hêla Rêvebiriya Karên Dermankirinê ve hatine nirxandin û ji hêla Koma Şêwirmendiya Teknîkî ya Australya ya li ser Vaksînlêdanê (ATAGI) ve hatine pêşniyar kirin.
Profesor Wood nivîskarê sereke yê raporta dawî ya AusVaxSafety bû ku daneyên ewlehiya vaksînlêdanê li zêdetirî 200,000 zarokên Australya yên ji pênc heta 15 salî analîz kir.
Wî got bandorên alîgir yên hevpar di zarokan de êş û sorbûn li cîhê vaksîlêdanê bûn, ku bi gelemperî di 48 demjimêrên yekem ji wergirtina vaksînan de çêdibe û du rojan berdewam dike.
Germbûn, serêş û êşa masûlkan di zarok û mezinan de bandorên din yên hevpar in.
Profesor Wood got: "Lê ew di zarokan de ji mezinan kêmtir in. Ew di zarokên 5-11 salî de ji zarokên 12-15-salî piçekî kêmtir in."
Profesor Wood û koma wî xetereyên ji bo myocarditis (iltîhaba dil) di zarokên bin 12 salî de nedîtin.
"Ew piçekî di nav temenên 15-25 salî de zêdetir e. Û ew zêdetir di ciwanên nêr de heye, piştî doza duwem çêdibe. Mezinên ciwan yan ciwan dikarin ji êşa sîng yan piçek ji lêdana dil gilî bikin," wî got.
"Û eger ew bikin, wê demê hewceye biçin doktorê giştî yan pijîşkê lezgîniyê. Lê ev ne gelemperî ye. Ji pênc hezarî heta deh hezarî bi yek kes re çê dibe," wî got jî.
Dr McMullan wekî pisporekî nexweşiya infeksiyonê bi bandorên neyînî yên giran re mijûl dibe û bi vaksînkirinê re dibe alîkar.
Dr McMullan got, "Min zarokên ku bi COVID ketî ji yên ku bi bandorên vaksînlêdanê zêdetir dîtine."
Kîjan vaksîn ji bo zarokan tên pêşniyar kirin?
Heya nuha, ATAGI du dozên vaksînlêdana Moderna Spikevax ji bo zarokên nixweş yên şeş meh û pênc salî pêşniyar dike.
"Ev koma yek ji komên herî hindik e ku ji ber COVID-19 hewcedarî bi nexweşxaneyê hene. Di nav hejmareke piçûk de ku li nexweşxaneyê ne yan jî ji ber COVID-19 dimirin, rewşên pijîjkî yên bingehîn yan kêmasiya parastinê bi gelemperî hene," ATAGI got.
Sîstêma Çavdêriya Nexweşiyên Ragihandî ya Têkildar ya Neteweyî zêdetirî 350,000 ragihandin û heyşt mirinên COVID-19 di zarokên 0-5 salî de di navbera 1 Kanûna 2021 û 17 Hezîrana 2022 de ragihand.
Hemî zarokên di komên temenê 5-11 û 12-15 salî de dikarin du dozên vaksînlêdana Pfizer yan Moderna werbigirin. Doza sêyem tenê ji bo zarokên nixweş tê pêşniyar kirin.
Domandina COVID di Zarokan de
Dr McMullan got COVID-a domdar li gorî zarokan di mezinan de zêdetir e.
"Piraniya zarokên ku COVID hene dê di nav çend hefteyan de baş bibin," wî got.
SBS pabend e ku hemî nûvekirinên COVID-19 ji civakên pirçand û pirziman yên li Australya peyda bike. Ewle bimîne û agahdar bimîne, ji bo zanyariyên zêde serî li vê palperê xîne