Çawa vaksîna COVID-19 li Australya bi destxînî?

Rêjeya vaksînlêdana COVID-19 li Australya berdewam e. Gotarê bixwînin da ku hûn zanibin kengê û li ku derê hûn dikarin navê xwe bo vaksînlêdanê qeyd bikin.

ՔՈՎԻՏ-19 պատուաստներ

Covid-19 vaccines Source: GettyImages- Tang Ming Tung

Stratîjiya COVID-19 ya destpêkirina vaksînlêdana neteweyî ya li Australya  ji bo nifûsên pêşîn û cihên li seranserî welêt ku vaksînlêdan lê tên birêve birin diyar dike. Karkerên tenduristiyê yên pêşin, karantîn û karkerên sînor, her weha niştecîh û karkerên lêniherîna ixtiyar û seqetan di stratîjiya nifûsên pêşîn de ne.

Ji bo agahîyên derbarê cihên vaksînlêdana Covid-19 û wergitina hevdîtinê serî li  xîne.

Pêngavên li ser vê malperê bişopînin da mafdariya xwe ya vasînlêdanê kontrol bikin.

Ger hûn hîn ne mafdar bin û temenê we ji18 salî zêdetire, hûn dikarin daxwaza agahdarkirina dema hûn mafdar dibin bikin.

Kesên di bin 16 salî hîn maf nînin li Australya bêne vaksînkirin.

Her weha hûn dikarin hevdîtinekê ji GP werbigirin û di derheqê vaksînlêdanê zanyariyan bi zimanê xwe werbigirin.

Vaksînên pêşniyarkirî çi ne?

Grûpa Şêwirmendiya Teknîkî ya Australya bo Kotanê (ATAGI) şîretê dide ku vaksînlêdana (Comirnaty) ji bo kesên bin 60 salî be.

Vakslêdana AstraZeneca dê ji bo kesên 60 salî û zêdetir be.  Lê, heke hûn 18-59 salî ne, hûn dikarin vaksînlêdana AstraZeneca werbigirin piştî hûn şêwirmendiya bi pisporê xwe yê tendurustiyê û razîbûna wî/ê.

Vaksînlêdana , ji bo Australiyên ser 18 salî ku dê ji meha Îlonê û pê ve bi awayekî demkî hatiye pejirandin.

                                 
Coronavirus vaccine doses
Source: SBS

Plana vaksînlêdana civakên pirçand û ziman cuda

Amanca pêkanîna plana Hukumeta Australya ji bo kesên ji paşerehên pirçand, komên etnîk û zimanan bi ewle bighêje wan.

Pêşkêşkerên vaksînlêdanê neçar in ku bi rêxistin û rêberên civakên bi herêma xwe re kar bikin da ku klînîka wan bi rengekî çandî ewle bimeşe. Ji bo gihîştina vê yekê, beşek ji planê ev e ku karmendên ji paşerehên pirçand (CALD) li klînîkên vaksînlêdanê kar bikin.

Hin hewcedarî bi karkerên ji paşerehên pirçand hene, karkerên duzimanî û wergêr hene da ku dayîna agahdariyên pêbawer ji bo derziy duyem bidin xelkê.

                                     
Coronavirus vaccine priority
Source: SBS

Vaksînlêdana te dê di qeyda giştî de were hilanîn

Hukumet neçar e ku hin agahiyan li ser kesên ku vaksînbûne tomar bike da ku zanibe kî vaksîn bûye wan bişopîne. Ew peywira peydakirên Bernameya Vaksnlêdanê ya Australya ye ku bikevin tomara nixweş ji bo her derziya birêvekirî ya COVID-19 bişopîne .

Tê payîn ku agahdariya li ser rewşa vaksînkirina kesan bi rêya Tomara Tenduristiya Min (My Health Record), Medicare (Danezana Dîroka Vaksînê), yan kopiya belgenameya vaksînlêdanê, û dû re nameyekê bi e-mail bişînin.

Hemî derziyên COVID-19 belaş in

Vaksîn ji bo hemî hemwelatiyên Australya, niştecîhên berdewam û hemî kesên xwedan vîze belaş e. Her kesê ku li Australya xwendekar e, karker e, karkerê jêhatiye, malbat e, hevkar e, penaber e, penaxwaz e, xwedan vîzeya parastina demkî ye, vîzeya mirovahî, herêmî yan vîzeya taybet e vaksîna COVID-19 bo wan belaş e.

Kesên li navendên binçavkirinê jî mafdar in, yên ku vîzeyên wan hatine seknandin jî tê de.


Zanyariyên Hukumetê derbarî Vîrosakorona

  • Wezareta Tenduristiyê - Agahdariya Vaksîna COVID-19 bî zimanê te .
  • Wezareta Karên Navxweyî - Agahdariya COVID-19 bi zimanê te .  


 


Share

Published

Updated

By SBS/ALC Content
Presented by Mayada Kordy Khalil
Source: SBS

Share this with family and friends