NSW amadeyîya xwe ji bo baraneke ku bi mehan wusa nebariye dike.
Tête çaverêkirin ku dê li Sydney 10-25 mm bibare ku di heman demê de dê 50mm li beşên din e li wîlayetê bibare, herweha dê ba û bahoz jî hebe.
Bakurî Tablelands, qeraxên bakur, çemên bakur, rojhilat bakurê navîn û Hunter bi tevahî têye çave rêkirin ku baraneke giran bibare.
Barana herî zêde 50 mm ji meha Îlûna sala borî de barî.
Tête çaverêkirin ku dê baran Şem û Yekşemê û ta hefteya li pêş bibare.
Xizmetgûzariya Agirê Gundan ya NSW bi hatina baranê gelekî dilxweşin ku dê kirîza agirê daristanan bi dawî bîne.
Bîroya Metrolojiyê dihu Pêncşemê êvarê ji bo gelek deverên li wîlayaletê hişyarîyên ba û bahoza giran da.
Şeva borîn Pêncşem li çend deverên di nav de Sydney, Port Macquarie, Taree, Armidale, Orange, Canberra, Goulburn û Tamworth bahozeke mezin çê bû û herweha baraneke giran jî bariya.