Australya rêwiyên ji Çînê qedexe dike bilî ewên hemwelatiya Australî hene

Rêwîyên biyanî yên ku di Çînê re derbas bûne, dê têketina Australya ji wan re qedexe be ji bo kontrolkirina vîrosakorona.

People disembark a chartered Xiamen Airline plane, arrive at Wuhan Tianhe International Airport in Wuhan to be met by medical officials.

People disembark a chartered Xiamen Airline plane, arrive at Wuhan Tianhe International Airport in Wuhan to be met by medical officials. Source: EPA

Hemwelatî, niştecîyên daîmî û malbatên wan yên nêzîk, cerdevanên qanûnî û hevjînên wan ê di bin tedbîrên hişk de bêne pejrandin, Berêz Morrison got kesên ku ji Çînê tên pêwîste ew xwe bi xwe ji civatê veqetînin, ku ev jî beşeke ji tûndbûna sînor.

"Ger hûn piştî 1ê Sibatê ji Çînê hatin pêwîste hûn14 rojan bêne tecrîdkirin," Serok Wezîr îroj Şeme berve êvarê li Sydney ji rojnamevanan re got.
0852ac50-87e9-47ee-8e12-c167bb501140_1580538563.jpeg?itok=7WPhxini
"Ji bo kesên ku hemwelatiyên Australya ne, niştecîyên daîmî ne û malbatên wan e nêzîkin, cerdevanên qanûnî yan hevjînên wanin dikarin werin, lê kesên din qedexeye ji Çînê bên Australya."  

Berêz Morrison got Komîteya Pirensîbên Parastina Tenduristiya Australya, ku Karmendên Pijîjkî ye Sereke di nav de ji hemî wîlayet û herênan, îroj Şeme kombûn û ev beryara tûnd wergirtin ji bo vîros belave nebe.
70722b28-9d31-458c-a4ef-a4f58e86b286_1580538660.jpeg?itok=9YHCvck_
"Ji îroj de hemî rêwiyên ji Çînê tên – ne tenê ji parêzgeha Hubei, ji ber ku ta nuha ev doz hatibû kirin - tê xwestin ku ji bo 14 rojan ji roja ku ji Çînê derdikevin xwe ji civatê vegetînin."
Herweha ji Australiyan jî hatiye xwestin ku neçin Çînê çumkî hatiye piştraskirin ku jimara dozên vîrosakorona zêde dibê ye.

Şîrketa Qantas ya firînê ragihand ku dê hemû çûn û hatinên bo Çînê rawestîne çimkî waltên din çûnên xwe bo Çînê rawestandin.

Serok Wezîr got, dê nîv milyonek din ji rûdankan li firokxaneyên Australî belav bibin ji bo “piştvaniya firokên ku dighên Australya”.
Ji îroj Şeme de, 10 doze vîrosakorona li Australya piştrast bûne.
Surgical masks are the ones to get to protect you from catching the new coronavirus.
An estimated half a million masks will be provided to Australian airports as part of the new response. Source: Photo by Tore F on Unsplash
Ta nuha 250 kes li Çînê mirine û 12,000 doz jî pishrast bûne.

Serokwezîr got ku ew bi Serok Wezîra New Zealand e, Jacinda Arden re têkildar e, ji bo parastin sînorên welatên cîran.

Di heman demê de nûnerên hukmeta Australya çave rê dikine ku Çîn îzinê bide plana wan da ku Australiyan li wir bi firoka Qantas di demeke gelekî nêzik de bînin Australya, got Wezîra Berevaniyê Marise Payne.

with AAP...


Share
Published 1 February 2020 8:12pm
Updated 2 February 2020 7:16am
By SBS News
Presented by Mayada Kordy Khalil
Source: SBS


Share this with family and friends