Cara yekem e Australya di 29 salan de rûbirûyî paşvedaneke aborî dibe, bi hilberîna navxweyî ya navîn di çaryeka Hezîranê de ji sedî heftê daket, tewra herî mezin ya li ser qeydê ye.
Mezinbûna neyînî li dû daketina ji sedî 0.3 ya di çaryeka Adarê de ye, bi hejmarên herî dawî bandora tevahî ya pêla yekem ji vîrosa korona ya li ser aboriyê kiriye.
"Xeznedar Josh Frydenberg got:" tomara me ya wekî neteweyek e ku 28 salan li pey hev mezinbûna aborî bi fermî kuta bû, "
"Hejmarên wêranker yên îroyîn tiştê ku her Australyî dizane piştrast dikin - ku COVID-19 bandor li aboriya me û jiyana me dike mîna tiştekî ku me berê nedîtiye."
Hejmarên sereke çi ne?
Hejmara serekeya mezinbûna GDP tevayî ye, ku yekem car ji bo dema çaryeka yekem, di navbera Çile û Adara îsal de ketiye nav xaka neyînî.
Mezinbûna sê-mehan ya Hezîranê, ji sedî heft neyînî, ji dema tomarkirinê dest pê kir xirabtirîn yeke, sê carî ji sal 1974 ku ji sedî du bû kêmtir e.
Têkçûn di serî de ji ber kêmbûna lêçûnên malbatî bûn, ku ji sedî 12.1 hate xwarê.

Australian Treasurer Josh Frydenberg outlines international GDP growth in June. Source: AAP
Bi taybetî, hejmarên sê mehane bandora xwe li ser qonaxa çarem ya sînorkirinên ku ji hêla hukumeta Victoria ve li Melbourne hatin sepandin nîne, ku hat dîtin hemî karsaziyên ne-pêwîst yên li Melbourne û der dorên wê girtin.
Australya li gorî cîhanê çawa ye?
Tevî hejmarên mezinbûna neyînî, Australya bi rastî û bi taybetî jî li gorî welatên din yên pêşkeftî baştir e.
Li Brîtaniya, ku di çaryeka Hezîranê de qedexeyên dijwar derbas kir, aboriya GDP bi sedî 20.4 daket, welat xist nav yek ji kûrbûnên aboriya mezin ya global.
GDP li Dewletên Yekbûyî bi sedî 9 daket, ku di heman demê li Almanya û Kanada jî tewer bi heman şêweyê kêm bû.
Scott Haslem serkarê veberhênanê ye li Crestone Wealth Management li Sydney.
Wî ji SBS News re got sedema ku cîhanê dilê xwe bi aboriya Australya dimîne ji ber ku Australya di rewşeke darayî bi bihêz bû di destpêka pandîmeyê de.
"30 sal e ku ji paşvedana me ya dawîn e, ev eşkere tê wê wateyê ku ezmûneke mezinbûna me ya baş heye, ku me rewşek darayî ya baş heye," wî got.
"Me dikaribû ji cîhên din yên cîhanê û pir zûtir handanekê pêşkêş bikin.
"Ev hemî tişt bûn sedema ezmûneke baş ya COVID-19 ji bo Australya, ku bû sedema girtineke zû."
Ma dikaribû jê bihata dûr kirin?
John Hawkins li Zanîngeha Canberra alîkarê profesorê siyaset, aborî û civakê ye. Wî got hukumetê nedikaribû tiştekî zêdetir bike da ku ji vê paşvedanê rizgar be.
“Tu çare tunebûn ku jê birevin. Di çaryeka Adarê de pir tişt tune bûn ku bihatibana kirin. Hukumetê pakêteke alîkariya aborî ragihand û dikaribû alîkarî zûtir pêşkêş bikir ba, lê ez difikirim ku ew neçar bû, ku ev ji me re bû çaryeka qels, "wî got.
"Dikaribû jibo çaryeka Adarê hinekî baştir bûya eger komên girseyî nehatibûna qedexekirin, lê di heman demê de mumkin bû nixweşî zêdetir bibûya û encam di Hezîranê û Îlonê de xirabtir bû ya," wî got.

International students line up outside Melbourne Town Hall for food vouchers. Source: Getty Images AsiaPac
Paşvedana aborî ji bo te çi wateyê dide?
Berêz Hawkins dibêje ku paşvedaneke timûtim wekî "dema ku cîranê te kar ji dest diçêt" tête taybetmendî kirin. Ew dibêje, depresiyon, gava ku karê te jî ji dest te diçêt.
"Hin kes dê demjimêran winda bikin û karê xwe winda bikin, ew dê bandorê li gelek kesan bike," wî got.
"Zêdebûna mûçeyê jî dê sist be, bêyî pêşbazî ji bo dîtina mirovan, hûn ji bo demeke dirêj fişara li ser mûçeyan nebînin."
Birêz Haslem qebûl dike. "Kesên navînî di dema paşvedanê de bêtir mirovên bêkar nas dike," wî got.
"Ez difikirim ku pir dijwar e meriv bi rewşa kesekî navînî hest bike, hin kes dê ji kar bimînin û di warê aborî de stres bibin, dibe ku mirovên din ew qas haya xwe jê nebin ku em di paşvedanê de ne."
Wê paşvedana aborî ta kengî bidome?
Berêz Haslem got ku ew li bendê ye ku rewşên bêhempa yên vê paşketinê (girtina ji bo nehiştina rewşa awarte ya tenduristiya giştî) tê wê wateyê ku ew dê wekî paşvedanên din domdar nebe.
"Ev ne paşvedanek darayî ya mîna ku me di 1991 an de ku têde derbas bûn yan ewa ku cîhan di 2008-an û 2009-an de tê de derbas bûn, ev tenê rawestandineke çalakiyekê ye û em ji niha ve dest bi dîtina hin nîşanên başbûnên lêçûnên xerîdar dikin," wî got.
"Ji ber vê yekê ew ji ya ku me berê dîtî kûrtir e, lê ez difikirim ku em dê di nîvê vê salê ya dawî jê derkevin."
Dema ku birêz Hawkins got ku hin beşên aborîyê çiqas zû vedigerin - wek geştiyariyê û sektora zanîngehê - dê di heman demê de girêdayî be ka çawa cîhan vîrosê re têkile û çiqas zû dê sînor ji nû ve werin vekirin.
Xelkê li Australya divê mîtro û nîvekê (1.5) ji hev dûr bin. Civênen kesan li gor wîlayeta tu lê dijî ye.
Testkirina ji vîrosa korona li seranerî Australya heye. Heke te nîşanên wek girîpê hene, tedbîrên bo testkirinê bike yan jî telefone dokorê xwe bike yan jî telefone Tenduristiya Agahiyên Vîrosa Korona bike1800 020 080.
Hukmeta Federal appa şopandina vîrosa korona COVIDSafe ji bo barkirinê ji firoşgeha telefona te heye.
SBS agahdariyên ji bo Civakên pirçand e li Australya derbarî geşedanên herî dawî sebaret bi Vîrosa Korona dide. Nûçe û agahdariyên bi 63 zimanan hene li